16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 30 salan piştî tehliyeyê jiyana xwe ji dest da

Mehmet Alî Yaşa yê 30 salan di zindanê de ma, bi nexweşiya penceşêrê bû û piştî tehliyekirina wî ji bo dermankirinê çûbû Fînlandiyayê û li wir jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê ku bi nexweşa penceşêrê bû û 27 roj mabûn ku 30 salên wî li zindanê temam bibin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hate tehliyekirin.

Parêzerê Yaşa ji bo înfaza ceza bê sekinandin serî li Serdozgeriya Komarê dabû, piştre biryar hat dayîn ku înfaza 6 mehan were rawestandin. Piştî vê biryarê Yaşa di 16’ê Sibata 2024’an de hat berdan.

Yaşayê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê dihat dermankirin beriya 45 rojan ji bo dermankirinê û ji bo dîtina malbata xwe berê xwe dabû Fînlandiyayê.  Yaşayê ku bi nexweşiya penceşêrê ya giran bû li Fînlandiyayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan cenazeyê Mehmet Ali Yaşa îro seat 21:30 dê bigihê balafirgeha Amedê û çav li rê ye ku sibê seat 10’ê sibehê li goristana Yenî Koy ya Amedê were definkirin.