3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Kirtay jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexwweş Abdulhalîm Kirtay ku piştî 30 hatibû berdan, piştî 51 rojan jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexwweş Abdulhalîm Kirtay ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de bû û di 22’ê adarê de hatibû berdan, piştî 51 rojan îro di saetên sere sibehê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, wê cenaze Kirtay li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê bê veşartin.

Kirtay, ji navçeya Farqîn a Amedê ye û di sala 1993’yan de hatibû girtin û cezayê muebeta giran lê hatibû birin. Kirtay, di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan re têkoşiya. Kirtay, di 22’ê adarê de Ji Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê ya Balîkesîr hat berdan. Piştî berdana xwe jî rewşa wî gelek car giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê.