17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş yê ji sedî 93’ê astengdar e nayê berdan

ÎHD’ê li Îzmîrê, Stenbolê û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin. Di çalakiyên vê hefteyê de hat xwestin ku girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e demildest bê berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ji du hefteya carek çalakî li dar dixe. ÎHD’ê di hefteya 277’emîn de li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê çalakî pêk anî. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, nebin şirîkê vî sûcî” vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e û li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê girtî ye.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û da zanîn ku Abdulhalîm Kaya di sala 1943’yan de hatiye dinê û ew ji çalalakiyek di sala 2008’an de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” 5 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. Çîçek diyar kir ku cezayê li Kaya hatiye birîn di sala 2011’an de hatiye pejirandin. Çîçek anî ziman ku Kaya di cotmeha 2020’an de ji prostatê hatiye emeliyatkirin bêyî ku kêlên emeliyata wî baş bibin li Bûrsayê hatiye girtin û şandine Girtîgeha Bûrsayê ya Tîpa H’yê. Çîçek got cezayê Kaya di çileya 2021’an de 6 meh tê taloqkirin û tê berdan. Çîçek anî ziman ku Kaya di cotmeha 2021’an de di serdegirtina malê de li Sêrtê tê girtin. Çîçek diyar kir ku Kaya ji wê demê ve girtî ye û exweşiyên demans, dil lê peyda bûne, guhê wî nabihîze û çavên wî nabînin û ji ber nexweşiya dil anjiyo bûye. Çîçek destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê teşhîsên wî hatine kirin û rapora ji sedî 93 astengdar e dane Kaya. Çîçek anî ziman ku Kaya ji 31’ê adara 2022’yan tevî rapora wî ya astendariyê heye jî li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê tê girtin û xwestin demildest bê berdan da ku tedawiya wî bê kirin.

Enqere

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 459’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e û xwest bê berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a ÎDH’a Stenbolê jî di hefteya 587’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’3e hat lidarxistin û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. ÎHD’a Stenbolê jî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.