18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, vê hefteyê bal kişandin ser tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz û diyar kir ku Fîlîz ji mafê dermankirinê nikare sûdê bigire. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî xwest înfaza Cemal Tahnan ê 70 salî bê rawestandin

Xizmên girtiyên nexweş, Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol û Enqere bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan. Endamên Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 476’an de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Rêveber û parlamenterên HEDEP’ê beşdarî çalakiyê bûn. Endamên înîsiyatifê di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endamên înîsiyatifê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Mehmet Salîh Fîlîz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehirê.

‘Ji sedî 61 astengdar e’

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Neylan Solmaz Saçilik, anî ziman ku girtiyê nexweş Filiz her roj bêtir xerab dibe û wiha got: Mehmet Salîh Fîlîz di sala 1976’an de ji dayik bûye. Ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehir kirin. Rewşa tenduristiya Fîlîz ne guncav e. Ev nexweşî heta sax be dê bidome. Fîlîz nexweşê Anklikozan Spondolitê ye. Di sala 2013’an de rapora ji sedî 61 astengdare girt. Dîsa gelek nexweşiyên wekî Migren, tansiyon, dil, pêre heye. Divê Fîlîz bê dermankirin. Lê dermankirina Fîlîz nayê kirin. Em dixwazin Fîlîz sewqî girtîgehek nêzî malbatê bikin. Dîsa em dixwazin înfaza wî bê taloqkirin.”

‘Bila Cemal Tanhan bê berdan’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî di hefteya 604’an de li pêş avahiya xwe çalakiya “Rûniştina F” berdewam kir. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser girtiyê nexweş ê 70 salî Cemal Tanhan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Çalakgeran pankarta “Dermankirin maf e. Ev maf nayê astengkirin” û “Bila Cemal Tanhan serbest bê berdan” vekirin. Parazvanên mafên mirovan bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Dermankirin maf e, ev maf nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin” berz kirin.

Beredevka Nexweşxaneyan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergiz Şahin daxuyanî da. Şahin, anî ziman ku her diçe binpêkirina mafan zêde dibe û wiha got: “Girtî nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin. Girtî ji jiyana derve tên qutkirin û tecrîdkirin. Girtî di tecrîdê de tên girtin.” Şahin, da zanîn ku mafê jiyanê yên girtiyan tên armanckirin û wiha bi dawî kir: “Hem girtî û hem jî xizmên girtiyan mafê wan tên binpêkirin. Heta mafê girtiyan bên dayîn em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Rewşa tenduristiya Cemal Tanhan pir giran e. 70 salî ye û nexweşiyên diyabet, hipertansiyon, anemî, dil, fitiq pêre heye. Dîsa deng naçe wî û baş nabîne. Di gurçika wî ya rastê de gelek kist heye. Di kezeb, pişik û fatreşkên wî de nexweşî hene. Tanhan tevî hemû nexweşiyan bi tena serê xwe li ber xwe dide. Ji bo înfaza Tanhan bê taloqkirin serlêdan hat kirin. Lê ev serlêdan red kirine. Herî dawî keça Tanhan di 19’ê cotmehê de bi telefonê axivî. Keça Tanhan anî ziman ku rewşa bavê wê pir xerab e. Divê bi lez serbest bê berdan. Divê mafê wî yê tenduristiyê bê parastin û bê dermankirin”