19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî 81 rojin ji bo azadiya Ocalan di girevê de ne

Girtiyên siyasî 81 roj in çalakiya greva birçîbûnê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin berdewam dikin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kirine. Çalakiya  girtiyan 81 roj in berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hate destpêkirin bi biryarî berdewam dike.

Piştî girtiyan dest bi girevê kirin, malbatên girtiyan jî Kanûna 2023’an de li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Îzmir, Stenbol û Êlihê dest bi çalakiyê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin.