1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gopalê jiyanê û hawara dayika kurd

Tayîp Temel

Ew ne serpêhatiyeke nenas e. Em dîmenek zindî dibînin û çîrokek rastîn ku me şahidiya wê kiriye, guhdar dikin.

Dibêjin her darek li ser koka xwe şîn dibe. Em gelê kurd hêj jî bindest in. Dostên me yên ku di ber me de carna can û emrê xwe didin jî hene. Lê ya rast ew e ku azadiya me ye ya ku hatiye desteserkirin û dizîn. Heta em ne rabin û QIYAMETê ranekin kes li kêleka me nasekine.

Kî çi bêje bila bibêje, yên hesretî azadiyê û qîmeta serbestiyê zêdetir kûr hîs dikin û têkiliya azadiyê bi mirovbûna xwe ve girê didin û her wisa  bi serbilindî têkoşînê bilind dikin kurd in.

Dibejin; ‘dewlemend ji dewlemendiya xwe, feqîr ji canê xwe dide’. Dayika kurd û bi hezaran şopdarên wê yên jin ên bê tac û bê text bi heybeta xwe nîşan didin ku ew keleh in li hemberî zalim û zordaran.

Hêrsa wê mîna tofanê, mîna lehiyê ye…

Dema mirov çav li bizav û hawara wê dikeve dilê mirov nikare di qefesa sîng de bisekine.

Dayê bi gopale xwe yê heyzeran, qirika cinawirê mezin digire û dihejînî. Ew melkemotên şer û mirinê, di cih de diqerisin, li ber hêrsa pîrê dibin xwelî…

Pîrê bi gobalê pîroz di cezba zayînê û di dîlana vejîneke nû de ye. Ew gobalê jiyanê ye…

Bi vê pêşengiya mezin ya bi heybet dayik derseke mezin dide me hemûyan û dibeje; ‘Her çiqas serdest hêvî nedin jî, bi kêmanî em ê bizanin ka em li çi digerin û me çi winda kiriye…

Dayik dibêje ger hûn her tiştî winda bikin jî hûn ê hêvî û xeyalên xwe winda nekin.

Dayik fermanê dide me hemûyan; Tariya zilmetê çiqas reş bibe, hûn dê bi baldarî li ronahiyê bigerin!…

Dema mirin ji her alî ve êrîşî we bike û dora we bigire, wê demê hûn ê jiyanê biparêzin.

Gelê kurd, dîrok û çanda wî mîna wê dayikê ye û li ser piya ye. Lewre ew dibeje; ‘Em ê qiyametê rakin’…

Heke bi vê dayikê mabe, vê carê kurd rê nadin dagirkeriya siyasî