3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gulistan Doku li ku ye!

Di nava 4 salên bihurî de me hemûyan gelek caran nave Zeynel Abarakov bihîst. Em dizanin ku ev  faşîst li Dêrsimê sîxurekî kirêkirî yê dewleta faşîst e. Erk û wezîfeya wî, îşkence, gef, tacîz û tecawiz e. Ji aliyê dewleta bi unîforma û çek tê parastin. Weke şexsekî xuya dike lê ne wisa ye.

Gulistan Doku jineke ciwan û xwendekara zanîngehê di 5’ê çileya 2020’î de li Dêrsimê hat windakirin. Ji wê demê ve ye ev pirsa ku bûye sernavê vê nivîsê li ser zar û zimanan e. Lê çiqas bi biryardarî û bi israr tê pirsîn ew cihê nîqaşê ye. Saziyên jinan, malbat li dû şopekê ye, têdikoşin lê çi fêdê di 4 salên bihurî de tu şopek ji vê jina ciwan nehat peydekirin.

Gulistan yanî baxçeyê gul û çîçekan 4 sal e winda ye. Li ber çavê me gişan hat revandin û windakirin. Weke ku çawa keçên Dersimê di terteleyê de hatin revandin û windakirin. Li cihekî weke Dersimê ku her kuçe û qoziyên wê bi kamera û mobesseyan tê raçavkirin; baxçeyê gulan, Gulistana delal hat bêserûşûnkirin.

Di nava 4 salên bihurî de me hemûyan gelek caran nave Zeynel Abarakov bihîst. Em dizanin ku ev  faşîst li Dêrsimê sîxurekî kirêkirî yê dewleta faşîst e. Erk û wezîfeya wî, îşkence, gef, tacîz û tecawiz e. Ji aliyê dewleta bi unîforma û çek tê parastin. Weke şexsekî xuya dike lê ne wisa ye. Ew hişmendiyek û encamê siyasetekê ye. Elemanê şerê taybet û qirêjî ye. Ha Zeynel Abarakov ê ku Gulistana me winda kir ha Musa Orhan ê bû sedema xwekuştina Îpek Er a me. Heman zîhniyet û heman siyaset e, nav, şekil, rû diguhere lê ruhê qirêj heman genî û pîs e.

Erê em dipirsin; Gulistan Doku li ku ye? Lê bi rastî em çiqas lê dipirsin. Lazim e em li xwe vegerin, li nava xwe binêrin. Me çawa karî çavê xwe lê bigirin ku xezalek bikeve nav lepê çeqelekî. Me çawa hêla ku ev keftar û beraz wisa bi rehetî nêzî delalekê me bibe. Di nava Zeynel Abarakov de çiqas em hene. Dersim bajarekî biçûk e, xelkê xwe welatparêz e. Êşên mezin kişandiye. Lê çawa çeqelekî karîbû di nava van însanan de karxezalekî çavreş bênefes bihêle?

Ne tenê li Dêrsimê, li hemû bajarên Kurdistanê ev çeqel çawa dikarin wisa bi rehetî van karên qirêjî bikin? Çawa destê mirov lê digere ku mirov rabe wan ewqasî bixe nav xwe û mala xwe? Lê malbat? Wan çawa karî wisa xezal û delalên xwe bikin êm ji van keftaran re? Li Kurdistanê şerekî bêrehm tê meşandin. Bi qasî misqalî zere exlaq bi dijmin re tune û ji xwe mirov ne kawik be ji dijmin merdî û exlaqê hêvî nake. Madem rastî ev e; malbat, civak çima vê hişmediyê nadin zarokên xwe heta bi ‘mezinên’ xwe.

Wa dîsa hilbijartin nêz dibin. Bernamzed û namzed diyar dibin. Fatîh Maçoglû yê ku li Dêrsimê şaredarî kir, wa berê xwe dide Stenbolê. Li wê derê dibe namzed. Di dewra Maçoglû de Gulistan hat windakirin. Wî çiqas bi wêrekî, wî çiqas ji dil û bi biryar bi ser vê meselê de çû?! Rêveberî mesûliyet e. Berpirsyarî ye. Ji ber wê jî ew jî bi qasî me hemûyan ji aqûbeta Gulistana delal mesûl e.

Welatê me di bin nîrê dagirkeriyê de ye. Dagirkerên welatê me dijminê me ne. Dixwazin me qir û tune bikin. Dixwazin me bêrûmet û bêheysiyet bikin. Rastî ev e û lazim e, di serî de malbat, rêveberiyên xwecihî, sazî û dezgehên demokratîk vê hişmendiyê bi zarok û ciwanên xwe re parve bikin. Encax bi vî awayî em bikarin, nîrê mêtingeriyê bişkînin û li welatê xwe azad bibin. Em ê hingê dijminê xwe nas bikin û bikaribin li hemberî wê şer bikin û bi ser kevin.