16 Eylül, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gund di bin ava bendavê de man

Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqîya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal xera bûn û sewal ber bi avê çûn.

Li Gundên Hecicergo (Hamzalar), Merxok (Dalsöğüt), Şem (ışıklar), Qilêçî (Kalaycı) û Melemihemed (Mollamehmet) lehî rabû. Piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya û zerarek mezin da gundiyan. Ava bendavê bû lehî û bi ser gundên derdorê de herikî. Lehiya bendavê zerarek mezin da malên gundan. Di encamê de nêzî 4-5 xanî ji ber lehiyê xera bûn û nêzî sed sewal ber bi ava lehiyê çûn û winda bûn. Bi sedan sewal jî ji serma qefilîn. Di encama lehiyê de welatiyên gundé Merxokê û Hecicergo xezarek mezin dît.

Têkildarî mijarê gundiyê Hecîcergo Harûn Deger anî ziman ku piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqîya ye û piştî teqîna bendavê lehî li gundewarên derdorê rabûye. Deger anî ziman ku gundiyan bi derfetên xwe, mal û canê xwe ji lehiyê rizgar kirin û tu rayedar bi alîkarî û hawara wan de neçûn.