17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDK dê tifaqa dîrokî ya bindestan bidomîne

Di konferansa HDK’ê hat diyarkirin ku dê erka “tifaqa dîrokî ya bindestan” bidomîne, di serdema nû de xeta têkoşînê û Riya 3’yemîn berfirehtir û têkoşîna jinan mezintir bike.

Li gorî agahiya Ajansa Mezopotamyayê Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 28’ê çileyê de bi dirûşma “Serhildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e” Konferansa Jinan a Giştî li dar xist û di 29’ê çileyê de jî bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclisên demokratîk de bibin yek û civaka birêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” lijneya giştî li dar xist.

Di Konferansa Jinan a Giştî û di Lijneya Giştî de hemû rengîniyên civakê cîh girtin. Di konferans û lijneyê de avakirina jiyana nû ya bi azadiya jinan, têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê û avakirina Riya Sêyemîn derketin pêş.

 Dıyarî Marîa Suphî û Jîna Emînî hate kirin

Konferansa Jinan a Giştî diyarî şoreşger Marîa Suphî û Jîna Emînî hate kirin. Di konferansê de bal kişandin ser girîngiya xurtkirina berxwedana jinan a li Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî êrişên pergala mêrserdest. Di konferansê de qala bandora destkeftiyên şoreşa jinan a Rojava ya li ser têkoşîna azadiyê ya jinan û girîngiya serhildana jinan a li îranê ya li dora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li seranserî cîhanê belav bûyî hate vegotin.

Dê serhıldana jinan bê mezinkirin

Di konferansê de li ser hat sekinandin hat diyarkirin ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an destkeftiya têkoşîna jinan e û AKP-MHP weke gefekî ewlekariyê dinirxîne û di tundiya nêr-dewletê de weke hêmaya sereke bi kar tîne. Hat gotin ku AKP-MHP bi kiriyarên xwe destkeftiyên jinan hedef digirin û hewl didin jinan bi tenêtiyê re rû bi rû bihêlin. Jinan, di konferansê de got ku AKP-MHP tehemûla azadiya jinan nakin û Meclisa Jinan a HDK’ê li dijî polîtîkayên ser makeqanûnê disekine û dê serhildana jinan mezintir bikin.

Tecrîd li hemû civakê bandor dike

Di konferansê de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan bertek û hêrseke mezin hebû. Hat gotin ku Abdûlah Ocalan dikare bibe damezirînerê wekheviya civakî û aştiyeke birûmet û tecrîda li ser Ocalan di serî de jin, bandorê li hemû derdorên civakê dike.

Xeta têkoşînê ya serdema nû

Beşdaran bal kişandin ser têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya HDK’ê û hat destnîşankirin ku Riya Sêyemîn, divê bibe armanca sereke ya xebatan. Her wiha hat gotin ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqeke dîrokî ye û heta niha bicihneanîna vê hate rexnekirin. Hat gotin ku bi mezinkirina Riya Sêyemîn re dê armanca civakîkirina têkoşînê pêk were û divê ev yek bibe sernavê xeta têkoşînê ya serdema nû.