6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê êrişa balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrişa dewleta tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir. HDP’ê bang li Neteweyên Yekbûyî, Bexda û Hewlêrê kir ku helwesteke zelal nîşan bidin.

HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta tirk a li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir di daxuyaniyê de hate gotin; “Êrîşên sîstematîk ên li ser xaka hikumeta Herêma Kurdistanê û cihên sivîlan, ji bo hemû herêmê rewşeke xeternak derxistiye holê. Êrîşa ku êvara 7’ê nîsanê bi balafirê keşfê yê bombebarkirî li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ku ji 3’ê nîsana 2023’yan ve qada hewayî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin, pêk hat, asta metirsiyê zêde kiriye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her çendî di vê êrîşa li ser balafirgeha ku her sal ji aliyê milyonan sivîl tê bikaranîn de tu windahiyên canî çênebûn raya giştî rehet kiribe jî, lê girîng e hemû raya giştî û bi taybet gelê Silêmaniyê hêzên li pişt vê êrîşê eşkere bikin.

Di encama êrîşên bi vî rengî yên berê de hejmareke mezin ji sivîlan hatibûn kuştin û ji ber encama lêkolînê nehatin eşkerekirin, rê li ber van êrîşên nû vedike. Aşkera ye ku hêzên li pişt êrîşa ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê dixwazin bi girtina Herêma Kurdistana Iraqê di nav xeleka tundûtûjiyê de, ji hawîrdora nakokiyan sûd werbigirin. Ji ber vê sedemê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku li hemberî van êrîşên ku rasterast sivîlan dikin hedef, helwesteke zelal nîşan bidin û pêvajoya aşkerakirina kiryaran bi awayekî zelal bimeşînin. Ger wiha nebe, ev êrîş wê hem tevahiya Iraqê hem jî Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk veguherînin navenda nakokiyan. Em dixwazin gelê Silêmaniyê bizane ku li hember van êrîşên tarî em li gel wan in.”