3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hebûna DAIŞ’ê misogeriya DYA’yê ye

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2’emîn Kongreya Asayî pêk anî. Parêzeran di kongreyê de biryar girtin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û darizandina endamên DAIŞ’ê têbikoşin

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2’emîn kongreya xwe di 16-17’ê Tebaxê de pêk anî. Di kongreyê de hevserokatî, endamên komîteya çavdêriyê, malî û disîplînê hatin hilbijartin. Dîsa gelek biryarên girîng hatin stendin. 72 delege beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi dirûşma “Parêzerî peyamek e, bingeha wê tekeskirina nirxên civaka xwezayî ye” pêk hat. Endamê Komîteya Amadekar parêzer Xalid Omer têkildarî armanc û naveroka kongreyê ji rojnameya me re axivî.

Prz. Xalid Omer di serî de li ser armanca kongreyê axivî û wiha got: “Ev kongreya me ya asayî ye. Kongreya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji du salan carekê pêk tê. Kongreyek asayî bû. Şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û darizandina DAIŞ’ê bûn rojevê sereke yên kongreyê.”

Xalid Omer, anî ziman ku Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6 yekitiyên parêzeran ên kantonan pêk tê û ev agahî dan: “Ji Cizîr, Efrîn, Minbiç, Dêrazor, Firat û Reqqa endamên me hene. Nêzî 500 parêzer hene. Endamên me ji hemû pêkhateyên ereb, suryan, kurd pêk tên. Tev endamên yekitiya me ne.”

Li ser darizandina DAIŞ’ê rawestiyan

Xalid Omer, da zanîn ku di kongreyê de rapora 2 salan a kar hat xwendin û wiha dirêj kir: “Rêzikname ket guhertin û veguhertinê. Komîsyona dîsîplîn, venêrtina şopdariya diravî û darizandina DAIŞ’ê hatin zêdekirin. Kongre li ser biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê rawestiya. Helwesta parêzeran a li dijî darizandina DAIŞ’ê hat niqaşkirin. Li kampên DAIŞ’ê sîpe bi feraseta DAIŞ’ê mezin dibin û wekî bombeyên ku kengî biteqin ne diyar e.”

Li dijî tecrîdê biryar girtin

Prz. Omer, bal kişand ser niqaşên der barê tecrîdê jî û wiha berdewam kir: “Li ser tecrîdkirina Rêber Apo niqaş hatin kirin. Li dijî tecrîdê biryar hatin girtin. Ji bo azadiya fizîkî bi dest bixin û ji bo têkoşîna hiqûqî berdewam bike biryar hatin girtin. Xebat û têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wekî armanc hat destgirtin. Biryar hat girtin ku ji bo em sûcên navdewletî yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser axa Bakur û Rojava pêk anîne bi dosya û belgeyan bi hêzên navdewletî re parve bikin. Ji bo ev dagirkirin û sûcên bêhesab ên li dijî miravahiyê bê dîtin biryar hat girtin ku dosya bên amadekirin.”

Dewlet li dijî DAIŞ’ê bêdeng in

Prz. Omer herî dawî li ser bêdengiya dewletan a li dijî darizandina DAIŞ’ê jî rawestiya û wiha axivî: “Mijara darizandina DAIŞ’iyan jî mijarek navdewletî ye. Endamên DAIŞ’ê ji gelek dewletan heye. Rêveberiya Xweser ji bo darizandina wan demek berê bang li hemû welatan kiribû. Bang li civaka navdewletî kiribû ku berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ji bo dadgehek navdewletî li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bibe û çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin bang dewletan kirin. Lê tu bersîv û deng ji dewletên Ewropa û dewletên xwediyê  DAIŞ’ê nehat. Sedema vê yekê diyar e. Ji ber ku hebûn û domandina çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê, mîsogeriya mayîna hêzên DYA û koalîsyona navdewletî ye. DYA û koalîsyon naxwazin DAIŞ li herêmê bi dawî bibe. Ji bo hebûna xwe ya herêmê mîsoger bikin, dixwazin DAIŞ her dem li herêmê hebe. Hebûna DAIŞ’ê ne tenê ji bo gelê me xeterî ye. Ji bo hemû gelê cîhanê xeterî ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê