28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’ê encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk aşkere kir

HEDEP'ê di encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî de diyar kir ku ew têkildarî polîtîka qeyûman xwe rexne dikin û wiha hat got: "Em ê qeyûmên ku îradeya gelê kurd tune dihesibînin bişînin”

Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi sernavê “Bi Civaka Rêxistinî ber bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve” roja yekşemê Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xist. HEDEP’ê encamnameya konferansê bi kurmancî û tirkî ragihand. Di encamnameyê de hat ragihandin ku wan konferansa xwe diyarî zarok û jinên li rojavayê Kurdistanê di êrîşên Tirkiyeyê û DAİŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane dikin.

Di danezanê de siyasetmedarên girtî jî nehatin ji bîrkirin û ji hemû girtiyên siyasî re silav hat şandin.

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HEDEP’ê wiha ye:

“Konferansa me ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a ku me di 12’ê Mijdara 2023’an de bi şîara ‘Bi Civaka Rêxistinî ber bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve’ li dar xistiye, diyarî ye ji bo jin û zarokên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane.

Em pêkhateyên konferansê, di serî de di şexsê hevalên xwe de yên ku hatine hilbijartin û niha dîlgirtî ne, hemû hevalên xwe yên di zindanan de têkoşîna azadiyê didomînin, silav dikin. Hilbijartina di sala 2023’an de ji bo gelên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dane ber xwe, negihîşt asta ku dihat xwestin. Bêedaletî, newekhevî û krîza aborî ya ku li nav civakê belav dibe, her ku diçe mezin dibe. Daxwaza desthilatdariyê ya ku dixwaze ew bi tenê û ji navendê her tiştî bi rê ve bibe, îro yek ji sedemên bingehîn ên rewşa krîza piralî ne. Li dijî kesên ku dixwazin feraseta rêveberiyê ya yekparêz mezin bikin, em ê jî di rêveberiya xwecihî û herêmî de israr bikin.

Li Tirkiyeyê tê xwestin ku siyaset di navbera du blokan de were asêkirin, ev jî nîşanî me dide ku Rêya Sêyemîn divê wekî xeteke têkoşînê ya bê nirxandin û bê mezinkirin. Em bi israr û bi biryar in ku polîtîkaya xwe ya Rêya Sêyemîn di rêveberiyên xwecihî de pêk bînin, berfireh bikin û veguherînin yekîtiya têkoşîna civakî.

Em bi bîrbûna berpirsiyarên li hemberî gelê xwe tevdigerin!

Hilbijartina 31’ê Adara 2019’an ji bo me serdemeke nû temsîl kir. Bi tayînkirina qeyûman re ku di sala 2016’an de dest pê kir, li ser bajar, nasname, çand û zimanên gelan konsepta êrişan dest pê kir. Ji ber vê yekê piştî sala 2019’an dema me şaredarî dîsa bi dest xist, ev tişt hem ji bo me hem jî ji bo gelê me xwedî giringiyeke taybet bû.

Ji bo parastina şaredariyên me yên bi îradeya hevpar a gelan bûbûn destkeftî û pêşî li desteserkirina wan bê girtin, me nekarî em têkoşîneke xurt bidin meşandin. Li hemberî van êrişên ku ji bo bidestxistina destkeftiyên gel hatin kirin, me nekarî em refleksên civakî yên pêwîst bi rêxistin bikin.

Li hemberî pêkanînên qeyûman ên ku bajarên me talan kirin, me nekarî em di asteke xurt rojevekê ava bikin. Vê rewşa ku şirîkên desthilatdariyê hewl da bi me bide qebûlkirin, di nava vê serdemê de jî me jiya.

Me ji hemû kêmasî û qelsiyên ku dema borî nîşanî me daye, para xwe stend. Ji ber vê yekê em di têkoşîna xwe ya siberojê de berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe dizanin, dibînin û sozê didin ku em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin.

Azadiya abdullah ocalan

Xwestin têkoşîna ku me di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de bi HDP’ê re da destpêkirin; bi her cure zext, tirsandin û gefan pêşiya wê bigirin û qedexe bikin. Ji bo ku têkoşîna me ya siyasî di nav civakê de belav nebe, hemû rê û metodên zextê yên di bin kontrola desthilatdariyê de xistin dewrê.

Li dijî bêhiqûqî û pêkanînên domdar ên ku di sedsala yekem a Komarê de gel tune hesiband, ji bo ku sedsala duyemîn a Komarê demokratîk bibe, divê em têkoşîna civakî geş bikin. Fikra Komara Demokratîk a ku birêz Ocalan daniye holê, dide diyarkirin ku Tirkiyeyeke wekhev û azad pêkan e. Tecrîda Îmraliyê ya ku di şexsê birêz Ocalan de tê domandin, îro veguheriye kirineke ku bêhna hemû gelên Tirkiyeyê diçikîne. Ji ber vê jî ji bo şikandina tecrîda ku îro li Îmraliyê tê meşandin, em ê têkoşîna civakî berfirehtir bikin û li her qada ku em lê ne, em ê daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bînin ziman.

HEDEP dê mîrateya şaredariya civakî mezin bike

Partiya HEDEP’ê, pergalê têgihîştina rêveberiya herêmî ku ji şaredariyê zêdetir li ser gel disekine bi pêş xistiye. Tecrubeya Şaredariya Civakî ya ku di sala 1979’an de bi sê endamên meclisa şaredariyê yên jin dest pê kir, di nav salan de mezin bû û gihîşt asteke jor. Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku em van nirxên ku ji rabirdûyê heta îro mîras wergirtine biparêzin û mezin bikin.

Bi hêza tecrubeya têkoşînê ya ji HEP’ê heta HEDEP’ê, feraseta me ya ku demokrasiya herêmî bi pêş dixe û li ser bingeha rêvebiriya xwecihi ye, wê berdewam bike. Di van deman de destkeftiyên li ser têgihiştina Şaredariya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan hatin jiyîn. Wezîfeya me ji niha û pê ve berfirehkirina destkeftiyên xwe û afirandina wan mekanîzmayan e ku di hemû qadên civakî de werin bicihanîn. Weke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê em ê vê mîrateya ku me mîras girtiye ji xwe re esas bigirin û bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna daxwaza xwerêveberiyê ya civakê bixebitin.

Em ê bajarên xwe ji dizan rizgar bikin

Daxwaz û hewla gelê Kurd a xwerêvebirinê ji berê heta niha bi êrişan hatiye astengkirin. Ji Plana Şark islahatê heta Mufetîşiyên Umûmî, ji Walîtiyên OHAL’ê heta qeyûman alavên xesbkirinê bi her awayî li dar in. Nûnertiyên xesbkirina îradeyê yên dawiyê jî qeyûm in ku di sala 2014’an de bi biryara MGK’yê di bin banê Plana Hilweşandinê de xistin rojevê. Piştî ku madeya zagona ku rê li ber qeyûman vedike hat qebûlkirin di sala 2016’an de li 95 şaredariyên DBP’ê û di sala 2019’an de jî 48 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin.

Şaredariyên ku qeyûm lê hatin tayînkirin li ser şopa rejîma yek zilamî tevgeriyan. Meclisên şaredariyan yên pirdengî hatin betalkirin. Ev kiryara ku derfetên venêrînê jî ji holê radike rê li ber talan û hilweşandina qeyûman vekir.

Em ê hilweşandinên ku qeyûman li bajarên me pêk anîn ji holê rakin û li dijî hemû êrişên li hemberî nirxên gelê me em ê avakirineke ji nû ve bikin armanca xwe. Em ê bajarên xwe ji dizan, xesbkeran, talankeran rizgar bikin û em ê bajarên xwe ji nû ve biafirînin.

Em ê li Kurdistanê şaredariyên xwe yên ku ji hêla bloka desthilatê ve bi dek û dolaban hatin xesbkirin qezenc bikin û bikin malên gel. Qeyûman di şaredariyên me de nelirêtî, rant û berjewendiyên xwe bi pêş xistin. Ev feraseta ku xizmetên sereke jî bi cî neanîn û şaredariyê ji bo têkiliyên xwe yên rantî bi kar anîn ne layiqî nûnertiya gel e. Em ne tenê ciyên ku qeyûm lê hatin tayînkirin, li hemû deran li dijî desthilatê raya xwe didin HEDEP’ê û ev yek bersiva herî xurt a qeyûman e. Têkoşîna me ew e ku em hemû şaredariyan bikin malên gel.

Hevserokatî û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e

Hevseroktî modeleke demokratîk e ku pişta xwe dide demokrasiya radîkal. Em li dijî feraseta ku ji 2006’an û vir ve berê xwe daye vê modelê, li dijî desthilata mêrperest û zihniyeta mêrane li ber xwe didin û me tu car tawîz nedaye vê ferasetê. Em ê ji îro bi şûn de jî tu tawîzan nedinê.

Xuya ye ferasetên ku berê hevseroktî, nûnertiya wekhev û pergala me ya fermûarê nîqaş dikin îro dîsa li dar in. Piştî ku desthilatê pergala me ya hevseroktiyê wek sûc îlan kir bi dehan hilbijartiyên me yên jin hatin binçavkirin, hatin girtin. Hilbijartiyên jin ji parastina pergala hevseroktiyê gavek jî bi şûn de neavêtin.

Me heta niha gelek berdêl dane û em ê nehêlin ku zihniyetên mêrperest daxilî rêveberiyên me yên herêmî bibin û em ê li her qadê bi vê zihniyetê re şer bikin. Pêvajoyên me yên namzediyê jî tê de em ê rêgeza xwe ya hevseroktiyê, nûnertiya wekhev û pergala fermûarê bidomînin. Em ê ji xeta xwe ya mor tu car tawîzan nedin!

Em bi demokrasiya xwecihî rêveberiya xwecihî berbelav dikin

Komara ku di sedsala xwe ya ewil de bi awayekî navendparêz hat avakirin ji azadî, demokrasî û edaletê dûr e. Jehrbira vê komarê û mifteya Komara Demokratîk demokrasiya xwecihî ye.

Demokrasiya xwecihî, mîmariya rêveberiya xwe bi xwe ye û daxwaz û îradeya gel dike bingeha xwe. Li dijî hemû şêweyên desthilatê û navendparêziyê civakê diparêze û cudahiyan bi awayekî wekhev temsîl dike. Demokrasiya xwecihî li Tirkiyeyê ji bo avakirina demokrasiyê tekane alternatîfa rastîn e.

Demokrasiya xwecihî tenê bi pirsgirêkên herêmî re têkildar nabe herwiha mifteya pirsgirêkên navendî ye jî. Îmkana Komara Demokratîk ava dike ku di navbera navendê û herêmê de karbeşiyê dike û koordînasyona kar dike. Divê tayînkirin û têkilayiyên navendî bi dawî bibin û her qada jiyanê ji herêmê ve bê sazkirin. Komara Demokratîk dê rê li ber lîstikên desthilatê bigire û tekane rê ye ku li dijî bandorên neyînî yên desthilatê civakê biparêze.

Peywira me ya dîrokî ye ku divê em hemû gelên Tirkiyeyê û heft herêman bi feraseta xwe ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk bidin nasandin, ji feraseta şaredariyan a sedsalîn û dewletperest û rantker cudatir ferasetekê nîşanê gelan bidin. Gelên Tirkiyeyê ji ber şaredariyên partiyên pergalê xizmetên sereke jî nestendin. Em ê bikin ku gel bi feraseteke zelal û vekirî beşdarî pêvajoyên biryardayînê û pêkanîna van biryaran bibin.

Ji bo me feraseta tifaqa demokratîk esas e ku ne li ser maseyan û li ser sindoqan pêk tê, di nava jiyana civakî de pêk tê û gel weke bingeh dibîne.

Bêyî ku muxatab û pîvan ferq bike; em ê di rêveberiyê de biryardariya gel, berçavgirtina qadên têkoşînê yên vekirî, zelal û aşkere, li ser esasa feraseta şaredariyên civakî; bêyî ku em destûrê bidin cihekariyê em ê bi berçavgirtina komên xizan û mexdûr xizmetên li ser bingeha wekheviyê; afirandina bajarên bê asteng, di serî de zimanê dayikê nasandina hemû cudahiyên neteweyî û olî esas bigirin.

Em ê bi tifaqên demokratîk ên ku li ser bingeha rêgezan bên avakirin di hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an de diyarker bin û rola xwe ya dîrokî bilîzin. Em ê bi hilbijartinên 2024’an re derbasî qonaxeke nû bibin û em ê bi demokrasiya xwecihî, rêveberiyên xwecihî li Tirkiyeyê belav bikin.

Em ê bi demokrasiya xwecihî avakirina komara demokratîk mîsoger bikin

Ferasetên ku xwe di encamên hibijartinan de asê dikin, sîyasetê ji civakbûyînê dûr têxin nikarin bibin parçeyek veguherîna rast û dirust. Lê belê li dijî rejîma ku di nav gelek qeyranan de ye û nêzîkatiya wê ya sed salî ya yekperest û navendîparêz di xitimandinê de ye  ji bo gelên Tirkiyeyê her hilbijartin êdî pêkhateyeke giring a veguhertina siyasî ye. Di vî warî de em ê di hilbijartina pêşiya me de bigihin armancên xwe û em ê ji herêman Komara Demokratîk ava bikin.

Bi vî awayî em ê; Qeyûmên ku îradeya gelê Kurd tune dihesibînin bişînin. Em ê bi têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser bikevin. Bi bidestxistina gelek şaredariyên nû tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji Kurdistanê biqedînin. Li hemû Tirkiyeyê di rêveberiyan de cihgirtina gel pêk bînin û bi têgihiştina Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a civakî re bersiva herî xurt bidin mejiyê navendîparêz.

Hilbijartinên bên ew hilbijartin in ku em şaredariyên ku malên gel in, ji gel re vegerînin, siyasetê bikin civakî û ji asta herî herêmî ve em Komara Demokratîk bihonin. Bi van armancan em ê bigihîjin ‘Bi Civaka Rêxistinî ber bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve’!”