3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî da destpêkirin

HEDEP’ê ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî serlêdanên bernamzetiyê dan destpêkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin da destpêkirin. Li gel hevşaredartiyê, her wiha dê ji bo endamtiya meclisên şaredariyan jî serlêdan bên kirin. Kesên dixwazin serlêdanê bikin, dikarin serî li komîsyonên li rêxistinên bajar û navçeyan hatine avakirin bidin. Serlêdan dê heta 10’ê kanûnê bidomin.

Ji bo diyarkirina namzetan, dê li her bajar û navçeyan sindoq bên danîn. Endamên partiyê, rêveberên di dema derbasbûnê de cih girtin, malbat û girseyên demokratîk dê bikarin dengên xwe bidin.