27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heftê bernameyekê li dar dixe

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di sala 2003’yan hat damezrandin û ji bo gelek hunermendan bûye dibistan û zanîngeh

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di sala 2003’yan hat damezrandin û ji bo gelek hunermendan bûye dibistan û zanîngeh. Ji sala ku hatiye damezrandin ve tevî hemû astengiyên ku ji hêla desthilatê ve jê re hatine derxistin jî bi perwerdeyên çandî ku daye û dide bi dehan şanoger, humermendên deng, tembûrvan, erbanevan, govendgirî, bilûrvan, wênesaz û dengbêj gihandiye.

Komeleyê herî dawî ji bo mehên havîn û payîzê bernameyek din da pêşiya xwe. Di çarçoveya bernameya ku daye destpêkirin de gel û hunermendan digihîne hev. Komeleyê bernameya xwe bi hunermend Sîpan Xelat da destpêkirin û coş û kelecanek bêhempa li Amedê derxist holê. Piştî Sîpan Xelat Dilbirîn Ezîz li komeleyê bi hezkiriyên xwe re hat gelhev û şeveke xweş bi wan re derbas kir. Herî dawî jî komeleyê ji hunermend Zinar Sozdar re bernameyek amade kir û hezkiriyên wî li hev civand.

Di vê pêvajoya ku ji aliyê dewletê ve bi awayekî zanebûn li bakurê Kurdistanê çanda “Turku Bar” tê pêşxistin lidarxistina bernameyên bi vî rengî gelê Amedê kêfxweş dike. Stranên soreşgerî tên xwendin lê li gel van stranan araq tê vexwarin. Bi vî avayî çandeke li dijî gel û dîrokê tê afirandin. Ji ber van sedeman jî lidarxistina van bernameyan biwate ye. Ev bi xwe re çanda berxwedêr dijîne. Ji bo bernameyan eleqeyeke zêde heye. Vê eleqeyê jî ev rastî nîşan dide.

Lê bernameyên komeleyê wê tenê bi konseran ne bi sînor be. Lewre di hefteyên pêş de ji bilî konseran wê her rojên yekşeman bernameyên şanoyê jî bên lidarxistin û skeç bên leyîstandin. Her wiha wê ji bo berhemên nivîskarên kurd rojên îmzeyan jî bên lidarxistin. Bi van rojan wê nivîskar û xwînerên xwe bên cemhev û li ser naverokên berheman nîqaşan bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê