28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hem bi erdhejê hem jî bi nijadperestiyê re têdikoşin

Mûhammed Halîd û hevjîna wî ya sûriyeyî ku yekane malbat in li gundê lê dijîn tevî ku dan her kesê/î nekaribû xwe bigihîne kon, pirsa, “Qet rehm nemaye?” kir.

Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ser û bin bû. Gundê Çakmak ê girêdayî navçeyê jî xisareke mezin dît. Li gundê kesekî/ê jê jiyana xwe ji dest neda piştî çar rojan kon gihandin gel. Konên ji aliyê AFAD’ê ve hatin şandin hatin belavkirin lê tevî ku 22 roj derbas bûn jî hêj kon nedane malbata sûriyeyî.

Nijadperestiyê re rû bi rû dimîne

Li gorî agahiyên nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan kirine, Mûhammed Halîd û hevjîna wî yên ku ji ber şerê dewam dike di sala 2014’an de ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê barkirin hatin navçeya Nûrdagiyê li gund şivantiyê dikin. Mûhammed Halîd diyar kir ku tevî ji gundiyan re dixebite jî ji aliyê wan ve nayên hezkirin, rastî gotinên nijadperest tên û wiha got: “Ji me re dibêjin ‘bicehnimin herin, bila ev ereb ji vir biçin’. Ez serê vê sibê çûm ku li jeneratora gund telefona xwe şarj bikim lê ez qewirandim.”

Kon nedanê

Halîd, da zanîn ku bi hemû karên gundî ve mijûl dibe li hemberî vê ji gundiyan tu pereyî jî nagire û bertek nîşanî helwesta gundiyan a cihekar da. Halid ê pirsa “Ma qet rehm nemaye?” kir li holika ku li baxçeyê xwe daniye dijî.

Alîkariyê dixwaze

Halîd, anî ziman ku ji ber helwesta êrişkar a gundiyan a li hemberî wan, alîkariya xwarinê ya tê gund jî nikare bigire û wiha got: “Dema em diçin cihê alîkarî lê tê belavkirin, gundî naxwazin em bigirin. Dibêjin ‘neyên’. Em nêzî 10 sal in li vir in. Me çi tiştê kê dizî ye.” Halîd got, “em nikarin şûşeyeke avê jî bigirin” xwest ku alîkarî bigihîje wan jî.