4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hempîşeyên Mazlum Erencî ew bibîr anîn

Komek rojnameger di 13’emîn salvegera rojnameger Mazlum Erencî yê di sala 2011’an de li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ya Yenîkoyê bibîr anîn.

Rojnameger Mazlum Erencî, piştî tev li refên HGP’ê bû, di 29’ê Hezîrana 2011’an de li navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da. Komek rojnameger ku di navde Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Selman Çîçek, Nûnerê DÎSK-Basin Îş’ê Hakki Boltan û endamên malbatê jî hebûn, Rojnameger Mazlum Erencî li ser gora  wî ya li Goristana  Yenîkoyê bibîr anîn.

Di bernameya bîranînê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a  Dîcle Firatê (DFG) Dicle Muftuoglu, anî zima nku Erencî hej zarok bû tev li karwanê çapemeniya azad bû û wiha got: “Mazlum jî wekî generalên biçûk ên Apê Musa seknek çalak nîşan da. Rastî gelek zext û zor hat. Hat binçavkirin û girtin. Lê dest ji têkoşînê berneda. Têkoşîna xwe mezintir kir. Di rojnameya Azadiya Welat û Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) de xebatên xwe berdewam kirin. Bû rojnamegerê herî ciwan û dengê gelê kurd bi cîhanê re parve kir. Lê vê yekê ew têr nekir. Têkoşîna xwe bilind kir û bêtir ber bi azadiyê ve meşiya û piştre şehîd bû. Em careke din di şexsê wî de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşina wan ditewînin.”

Rojnamegeran piştî axaftinan qurnefil danîn ser gorê û belav bûn.