28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin’

Şandeya Dadgehê di doza cînayeta Tahir Elçî de daxwazên parêzeran red kir û ji bo amadekirina mutalaayê cara dawî dem da dozger.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû kuştin û danişîna doza kuştina Elçî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.

Di dozê de polîs Sîna Tabûr û Mesût Sevî bi sedema sûcê “Bi qisûriya xwe ya zanebûn bûne sedema mirinê” tên darizandin. Ugur Yakişir ê firarî jî bi sûcê “Kuştina du polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” tê darizandin. Polîsên bersûc bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn û parêzerên Elçî jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di danişînê de amade bûn. Dozgerê ku ev 4 meh in mutalaa amade nekirî careke din ji bo mutalaayê dem xwest.

‘Sûcê sûîqesta siyasî ji ber qisûrê nayê kirin’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di danişînê de axivî û got ku ji destpêka darizandinê heta niha tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Eren, da zanîn ku 10 daxwazên wan hebûn lê ji van daxwazan tu jê nehatine qebûlkirin. Eren, got ku heta ji bo van daxwazên wan lêkolîn neyê kirin, şandina wan a ji bo mutalaayê kêm dimîne.  Eren, da zanîn ku delîlên di dosyayê de nehatine lêkolînkirin û wiha bertek nîşan da: “Sûcê sûîqesta siyasî ji ber qisûrê nayê kirin.”

Parêzer Zahîde Beydag Tiraş Onerî jî got ku daxwaza wan a keşfa cihê bûyerê bi sedema guherîna cihê bûyerê hatiye redkirin û xwest ku dadgeh ji biryara xwe ya redkirina daxwaza keşfa cihê bûyerê vegere. Onerî, anî ziman ku heta keşf neyê kirin û li şahidan neyê guhdarîkirin biryareke bitendurist nayê dayîn û daxwazên xwe yên berê dubare kir.

Parêzer Gunal Kurşun jî anî ziman ku dîmenên ku Serokê Baroya Amedê Eren behs kirin dikarin bên xelaskirin û xwest ku qeydên kamera û hard dîskan ji fîrmayên wê re bên şandin û dîsa bên lêkolînkirin. Parêzer Mahsun Bati jî got ku piştî biryara şopandina 2 endamên rêxistinê, li telefonên herduyan hatiye guhdarîkirin û xwest qeydên wan li dosyayê bên zêdekirin. Parêzer Muhlîs Ogurgul jî dadgehê nexwest cînayet bê ronîkirin.

Biraziya Elçî: Divê bêceza nemîne

Biraziya Tahir Elçî, Berfîn Elçî ku nû mezûn bûye û doza cînayetê ya mamê xwe girtiye ser xwe jî wiha got: “Ez weke parêzera baroya ku mamê min serokatiya wê dikir li vir im. Dema Tahir Elçî tê gotin, emrekî bi têkoşîna li dijî cînayetên kiryarnediyar û polîtîkaya necezakirinê tê bîra her kesî. Em j bo cezakirina faîlên wî têdikoşin. Lê di dema darizandinê de heman tişt ji we nedît. Dosya, bi saya têkoşîna parêzeran gihişt vê astê. Weke malbatê ev yek me diêşîne. Em dixwazin ku ev dosya bêceza nemîne û faîl bên cezakirin.”

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî pirsa “hûn çima ditirsin?” ji serokê dadgehê kir û got ku delîl nehatine komkirin.

Şandeya dadgehê hemû daxwaz û daxwazên tehqîqeta tevii red kir û ji bo amadekirina mutalaayê cara dawî dem da dozgeriyê. Danişîna dozê taloqî 12’ê hezîranê hate kirin.

Piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de axivî. Eren got ku daxwazên wan hatine redkirin û wiha got: “Em li vir careke din dibêjin; ji bo dosyaya dozê ya Tahir Elçî ku tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan derbas nekir bêceza nemîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”