2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her der Qada Galatasaray e

Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê li 13 bajaran daxuyanî dan û gotin her der Galatasarayê ye.

Dayikên Şemiyê di heftaya 1000’î de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di çaroveya piştevaniya bo çalakiya Dayikên Şemiyê û Hefteya Windayan de li gelek bajaran daxuyanî dan û çalakî li dar xistin.

Xizmên windayan li hemû bajaran jî metna hevpar ku hatibû amadekirin, xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’î re de li van qadan ji bo edalet û heqîqetê diqîre. Di hefteya 1000’î re de em bi heman êşa bêderman û bi heman israrê li hev kom dibin. 1000 hefte… Yanî 7000 roj û 229 meh. Yanî temenê me bi lêgerînê derbas bû. Em Dayikên Şemiyê ne. Em dayik in, bav, hevjîn in, xwişk û bira ne, ewlad in, xwarzî û birazî ne, nevî ne. Yanî em wek we ne. Lê a rast cudahiyek me ji we heye. Di dilê me de heman êşa kûr û dûr jan dide. Nebûna gorên hezkiriyên me êşek bêdawî ye.”

Amed

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê jî di hefteya 798’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li hev kom bûn û wêneyên windayan hildan û li aqûbeta windayan pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê 1000 hefte ne bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû ne û got: “Lê ya girîng ew e; her der ji bo me Qada Galatasarayê ye, her der Koşûyolû ye, her der Cadeya Gulistanê ye… Em ê her li windayên xwe bipirsin û bigerin.”

Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê.

Endama Komîsyonê Berfîn Elçî jî metna serpêhatiya windakirina sê bêgoran xwend. Di daxuyaniyê de li aqûbeta Îkram û Servet Îpek û Seyîtxan Yolur ên di 18’ê gulana 1994’an de li Mezra Gomakê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve di operasyona leşker û cerdevanan de ku hatin binçavkirin û windakirin, pirsî.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 634’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên TJA’yê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta rismên windayan li ser hatin vekirin û rism hatin hildan. Serokê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray daxuyanî xwend.

Piştî daxuyaniya hat dayîn, Xizmên Windayan û beşdaran qerenfîl danîn ber Bîrdariya Mafên Mirovan û daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Sêrt

Şaxa ÎHD’a Sêrtê di çarçoveya “Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî” ji bo piştevaniya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Em ê li dijî windayên di binçavan de dest ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin” hat vekirin. Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysi, rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.

Hevseroka ÎHD’a Sêrtê Sohbet Çetîn bi bîr xist ku 30 sal in Dayikên Şemiyê li windayên xwe digerin û li aqûbeta wan dipirsin û ew ê jî her piştevaniya Dayikên Şemiyê bin.

Hevserokê ÎHD’a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî jî da zanîn ku Dayikên Şemiyê ji bo aştiyê têdikoşin û ew her zindî ne û daxwaza edalet û heqîqetê dikin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Dîlok

Şaxa ÎHD’a Dîlokê têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ya 1000’î li Parka Balikli daxuyanî dan. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Rêvebera ÎHD’a Dîlokê Atiye Okay axivî û got heke li vî welatî heq, hiqûq û edalet nebe wê çaxê wê bawerî û rûmet bikeve.

Hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz jî diyar kir ku divê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bi têkoşîna Dayikên Şemiyêre bê xwendin û 1000 hefte ne Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe ya rûmetê û mafdar bernedan.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Semsûr

Şaxa ÎHD’a Semsûrê jî bi boneya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Bulent Çinar metna hevpar a daxuyaniyê xwend û bi lêdana çepikan çalakî bi dawî bû.

Dêrsim

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li Qada Seyîd Riza daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredara Amedê Serra Bûcak, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, namzetên Hevşaredariya Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî, rêveberên DEM Partiyê, pêkhateyên Tifaqa Dêrsimê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “30 sal in Dayikên Şemiyê li edaletê digerin”, “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin”, “1000 hefte ne canên me winda ne” vekirin. Rêvebera ÎHD’a Dêrsimê Gonul Sonbahar daxuyanî xwend.

 Şirnex

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Aa Şirnexê bi boneya çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î li parka Jiyana Bêastengan daxuyanî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên “Kiryar diyar in wenda li ku ne?”, ”Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Dayikên Aştiyê, KESK, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, OHD, Baroya Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê Esîn Yilmaz daxuyanî da. Yilmaz diyar kir ku ew ê pirskirina wendayan bifomînin û wiha got:” Ev 1000 hefte ye em diqîrin û dibêjîn, Em ji bîr nakin û em ê ti carî ji bîr nekin. 1000 hefte ye em diqîrin, em ê ti carî dev jê bernedin. Carinan em hatin astengkirin, carinan em hatin qedexe kirin. Carinan em bi zor û tundiyê hatin belavkirin. Em hatin binçavkirin û darizandin. Lê me kêliyekê jî dev ji israra xwe berneda. Em çawa dikarin dev jê berdin? Ew ronahiya çavê me bûn.”

Piştre birayê Serdar Taniş ê di binçavan de hat windakirin Hekîm Taniş axivî. Taniş jî diyar kir ku dewlet ne dewleta hiqûqê ye û got: “Tevî ku kiryar bên zanîn jî nayên cezakirin. Ev wêneyê wî tiştî ye ku dewlet ne dewleta hiqûqê ye. Em ê ji bo windahiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre xizma windayan Nebahat Acar axivî. Acar jî anî ziman ku dewlet bi salan kiryaran vedişêre û got: “Dema birayên min qetil kirin digotin me ‘terorîst kuştin’ Lê ew ne terorîst bûn, yên ku ew qetil kirin terorîst bûn. Lê tevî vê yekê jî me her tim got aştî. Dema me got aştî wan digotin şer. Em ê her tim bibêjin aştî, heta ku hesab ji kiryaran bê pirsîn em ê têbikoşin.”

Parlamenterê DEM’ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî got ku ew ê têkoşîna Dayikên Şemiyê li her derê bidomînin. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila wenda bên dîtin kiryar hesab bidin” bi dawî bû.

Wan

Şaxa ÎHD’a Wanê û Xizmên Windayan li ber avahiya komeleyê di hefteya 124’emîn de li hev civiyan û gelek kes tev li çalakiyê bû. Tayyup Canan ê lawê Abdullah Canan ku hatiye windakirin axivî û got: “Em mexdûrên vî welatî ne. Em malbatên ku li vî welatî bûne qûrbaniyên înfazan e. Em mexdûrên edaletî vî welatî ne. Em ji bo vî welatî aştiyê, deokrasiyê û wekheviyê dixwazin.”

Serokê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Salîh Coşkûn jî metna hevpar xwend.

 Colemêrg

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan jî li Geverê di hefteya 124’emîn de kom bûn û bal kişandin ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1000’î.

Endamê ÎHD’a Colemêrgê Eren Baskin ê ku bavê wî hat windakirin axivî û got: “Li pişt wan tenê wêne û navê wan man. Em dawa hezkiriyên xwe, bavên xwe, birayên xwe dikin. Em dixwazin aqûbeta wan hîn bibin. Hezar hefte ye li windayên xwe dipirsin; li ku ne? Kujer û berpirsiyarên windayên me tên parastin. Em dixwazin qerenfîlê xwe ne deynin Qada Galatasarayê, em dixwazin qerenfîlên xwe deynin ser gorên xwe.”

 Hatay/Edene/Mêrsîn

Şaxa ÎHD’a Hatayê jî bi boneya hefteya 1000’î ya Dayikên Şemiyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê ÎHD’a Hatayê Mursel Salmanoglû diyar kir ku ew ji bo êşa kûr a Dayikên Şemiyê ku 1000 hefte ne daxwaza zarokên xwe dikin, li hev kom bûne û ew dixwazin êdî gorên windayan hebin.

Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderê jî li ber konteyneran daxuyanî da çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Sekreterê ÎHD’a Îskenderûnê Adîl Bahtiyar daxuyanî xwend. Li bajarên Edene û Mêrsînê jî bi heman armancê çalakî û daxuyanî hatin lidarxistin.

 Îzmîr

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di çarçoveya Hefteya Windayan de li ber Sumerbanka Kevn daxuyanî da û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Bi awayek sembolîk pêlavên windayan hatin rêzkirin û pankart hatin vekirin. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî da û diyar kir ku winda rûmeta wan in û ew ê windayan ji bîr nekin.

Piştî daxuyaniyê girse li çepikan dan û ji ber Sumerbankê heta Îskeleya Konakê meşiyan û dirûşma “Mirov bi mafê xwe mirov e” berz kirin. Çalakvanan paşê jî qerenfîlên di destên xwe de avêtin behrê.