30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesekî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî li dijî tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê  Abdullah Ocalan meşiyan û azadiya Ocalan xwestin.

Ji Zirgan, Til Temir û bajarê Hesekê girseya gel li pêşiya Çerxerêya Sînalko ya li Hesekê li hev kom bû û li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Çalakger bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Na ji tecrîdê re’, ‘Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo’ heta Baxçeyê Rêber Apo yê li bajarê Hesekê meşiyan.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû û Endamê Meclîsa PYD’ê Ebdul Xenî Oso daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser projeya neteweya demokratîk û destnîşan kirin ku bi vê projeyê hemû pêkhateyên herêmê di nava aştî û aramiyê de bi hev re dijîn.

Di daxuyaniyê de anîn ziman ku jiyana bi hev re ya aram a hemû pêkhateyan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.