17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heskiriyên Arjen Arî di salvegera 11’emîn de ew bibîr anîn

Helbestvanê kurd Arjen Arî ku di 30'yê cotmeha sala 2012’an de li Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezana Amedê hat bibîranîn.

Di bîranînê de malbata Arî li ser gorê find pêxistin û qerenfîl danîn. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û gelek heval û hezkiriyên wî di bîranînê de amade bûn.  Xwişka Arjen Arî, Necla Arî destpêkê axivî û bi xêrhatina mêvanan kir.

‘Têkoşerekî ziman bû’

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di bîranînê de axivî û ji malbata Arî û hezkiriyên wî re sersaxî xwest. Yaray anî ziman ku Arjen Arî ne tenê helbestvan di heman demê de têkoşerê zimanî kurdî bû jî ku bi salane hatiye qedexekirin. Yaray da zanîn ku ji ber keda Arjen Arî ew ê her tim wî bi rêzdarî bi bîr bînin û wiha got: “Ew bi fîzîkî di nava me de nîne, lê bi rûhê xwe, bi helbestên xwe her daîm di nav me de ye û dê her tim jî di nav me de be. Em bejna xwe li ber keda wî ditewînin. Heta têkoşerên vî zimanî hebin, wê ev ziman jî hebe. Bi saya têkoşerên vî zimanî çiqas zordestî jî li ser zimanê kurdî hebe, dê ala zimanê kurdî her bilind be û dê ev ziman her daîm di nava gel de bi wêjeya xwe, siyaseta xwe bê bikaranîn.”

Malbat û kesên beşdarî bîranînê bûn, piştî merasîma li ser goristanê, ji bo xwarinê ku her sal ji aliyê malbatê ve tê çêkirin, derbasî mala dayika Arjen Arî bûn.