17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtina Erdogan û Sîsî di medya erebî de çawa hat şîrovekirin

Hêjayî gotinê ye ku Erdogan beriya niha der barê welîehdê Siûdî Muhemed Bin Selman de jî gotibû ew qatile û paşê bi destê wî girtibû û gotibû birayê min, niha jî bi destê Sîsî yê ku ji bo wî gotibû ew darbekar e digire û wî hembêz dike.

Hevdîtina serokê Misrê Abdulfetah Sîsî û yê dewleta tirk Tayip Erdogan li Qeterê bû mijareke sereke ya medya erebî û bi taybetî jî ya Misrê. Erdogan û Sîsî roja yekşemê di çarçoveya vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022’an a li Qeterê  hevdîtin kirin. herdu serokan ji sala 2013’an ve cara yekemîne ku hevdîtinê dikin.

Gelek rojname û dezgehên medyaya erebî behsa vê hevdîtinê kirin û di hemû şîroveyan de jî gotinên Erdogan ên berê der barê Sîsî de gotibûn hatin bibîrxistin. Nûnerê rojnameya Xebirnî ya Misrê rojnamevan Mistefa Bekrî li ser hevdîtina Ebdulfetah El-Sîsî û Tayyîp Erdogan wiha dibêje: “Kê bivê an jî nevê Misir dê her bimîne lêveger û refranseke mezin.”

Bakrî li ser hesabê xwe yê dijîtal wêneyê Serokomar Sîsî û Erdogan ku di çarçoveya vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022’an a li Qeterê de li hev civiyan weşand û li ser vê yekê şîrove kir. Bekirî ev hedîtin wekî serkeftineke Misrê binav kir û pesnê Sîsî da û wiha got: “Misir dê her dem bilind be û têk neçe û rêberê wê yê qehreman, Ebdulfetah El-Sîsî, dê bibe nirxek niştimanî yê xwedî helwest û bilinbûna xwe li ber bayê derewan winda neke.”

Bekrî wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Roj derbas dibin, komplo tên şikandin û her kes pê dihese ku dê Misirê her bimîne lêvegereke girîng.”

Herdu serok îro, Yekşemê, bo cara yekê piştî çend salan, hevdîtinek ku medyaya Misrê wek derbeyek li ser Birayên Misilman bi nav kir. Bi giştî şîrovekarên Misrê li ser têkliya Erdogan û Birayên Misilman rawestiyan û ev hevdîtin wekî darbeyekê li dijî rêxistina ‘Birayên Misilman’ nirxandin.

Piştî qatil Bin Selman niha jî darbekar Sîsî bû birayê wî