3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêvî têkoşîn e

Divê kes li bende demokratbûna Tirkiyeyê nemîne. Lîteretûra siyasî faşîzan e û muxalefet jî weke kefa li ser avê ye, hem komên xelkê mijûl dike, hem kiryarên faşîzan rewa dike.

Li Tirkiyeyê faşîzma organize heye. Gelek kes vê faşîzmê weke neoîttîhadî bi nav dikin. Na, îttîhadiyên di sala 1909’an de çi bûn, îro jî ew in. Cûdatiya wan, ên berê zabit bûn, ên îro sivîl in.

Hîtler jî, Musollînî jî sivîl bûn.  Faşîzma organîze, bi darbeya Vaka-î Mart (adar) dest bi kar kirin. Hingî jî oragnîzatorên faşîst, gotina “wekhevî, edalet, biratî û azadî” bi kar dianîn. Di pêveka damezradina komarê de jî, îslamiyet (li dora Maqam-i Hilafet) wekhevî, biratî û edalet bi kar anîn. Tê bîra me, Erdogan jî di salên 2002’yan de bi helbestên biratî, azadî û wekheviyê dest bi kar kir. Îro jî gotina biratî kiriye benîştê devê xwe û ha ha dicû.

Şehwen nabêjin, sahihen dibêjim: Komploya navnetweyî ya di kesayeta Rêber Ocalan de pêk hat, li dijî “self determinîzma gelê kurd” hate kirin. Tecrîd jî însiîyak, mizac û ruhê faşîzma tirk-î turan e. Ev hişmendî bi program-nîzama dewşîrme de hatiye avakirin û faşîzm e. Prensîba esasî ya îdeologên nîzama dewşirme “em ê di îslamiyetê de netewperest bin”, “em ê mirovan “bikin tirk” ava bikin. Yanî neteweyekê ava bikin. Ev siyaseta çeteyan e. Misilmantiya wan jî “kufr”e. Mirovên misilman dema tobe dikin, hemû kiryarên xwe yên berê diavêjin û bi rûpeleke spî, paqij dest bi kar dikin. Lê ev tîp-mirov, yanî organîzetorên faşîzma li Tirkiyeyê, rojê 4 caran li ser limêjê, di cejnan, rojên pîroz ên wekî Leyleqedir û Mîracê, di xwendina mewlûdan de rojên înê bi cemaatan de tobe dikin. Lê piştî ji ser sicadeya limêjê radibin, wek berê agirê dojehî ji devê wan dibare û tobeya xwe jibîr dikin.

Xerakirina tobê, di Îslamê de gunehkariya herî mezin e. Banga Mewlana jî, ne ji bo organîzatorên faşîzmê, ji bo kesên neçar ku di jiyan û debora rojane de neçar dimînin bû.

Misilmantiya organîzetorên faşîzma dewşîrme, ji misilmantiya Muaviye û Yezîd jî cûdatir û xerabtir e.  Muaviye û Yezîd siyaseta ummet ji dest bernedan, şerê textê seltanetê kirin. Lê Erdogan û Bahçelî, şerê qirkirina gelan û gelê kurd dikin.

Di dîroka beşer de mirov hez ji mirov dike. Eger menfaat hebe jî, li hemberî muqedesatan-pîroziyan (fikir jî di nav de) birêzî heye. Di dîroka tirk-î turan de beşer nine, tenê tirk hene. Tevahiya gelan, fikir û toreyên wan, ziman û çanda wan înkar dikin. Di dema tengasiyan, şer û damezrandina komarê de, kurd dost û yar bûn. Piştî lingê wan refik girt, bûne dijminê hundir. Îro jî terorist in û weke potansiyala sûc têne dîtin.

Piraniya zanistên cîhanê paradigmaya Rêber Ocalan weke çavkaniya hemû pirsgirêkên netewe-dewletan dinirxînin. Lê faşîstên AKP/MHP’ê bi kîn û nefret nêzîk dibin û naxwazin navê wî jî bifikirin.

Em dewam dikin, dîroka fermî ya Tirkiyeyê dibin serokatiya M. Kemal de li Ocaxên Tirk ji aliyê koma “Tirk Tarîh” ve hate nivîsandin. Ev dîrok li ser fikra Ziya Gokalp û Yusuf Akçura hate nivîsandin. Bêguman qewmê tirk, lê ne bi eceb, teşlîh û seyra ku cîhan avakirine. Dewşirme, tirkên misilmênî ne. Welatekî bi nave Tirkiye jî nîne. Navekî çêkiriye!

Her çiqasî ewropiyan, ji bo xwendevanên Osmanî ev gotin bikaranîbin jî, Anatolya, Trakya, Ege, Klîkya Derya Reş, Kurdistan Mezopotamya ne welatê tirkan e. Di dema Osmaniyan de mîrekîtiyên kurdan serbixwe bûn. Di demên, dawî de Kurdistan kirin mustemleke.

Lê gelo Tirkiye ku derê ye? Di sînorên komarê de, 7 herêm hene. Yek ji wan herêman jî ne Tirkiye ye!.. Ku deê yee gelo?

Balkêş e, dema parlamenterekî kurd, li parlamentoyê navê Kurdistanê anî ziman, hemû dewşîrme diqîrin û dibêjin “ewder kuder e?”. Ez bibêjim: Ewder, yanî Kurdistan, ew cih û war e ku dewşirme newêrin nave wê bilêv bikin e. Îro, rewşek cûda heye!… Organîzarotên faşîzma serdema me, siyaseta destpêka organîzatorên faşîzma Îttîhat û Terakî kirine pratîkê.

Em li neynika dîrokê binêrin; şerê cîhanê yê 1’emîn, şikestina artêşa Osmanî ye. Piştî şikestina li Balkanan, zabitên Îttîhad û Terakî bûne çete û derketin serê çiyan. Lê bi ser neketin. Artêşa li Balkanan, li Stenbol, Trakya, Ege û Derya Reş bi cih kirin. Piştî şikestina li cîhana ereb jî, artêşa xwe anîne Kurdistanê. Dibin navê garnîzonên “TUL” de li bajarên Kurdistanê û Klikya bi cih kirin.

Ev pêvejoya organîzasyona mezin a qirkirina gelan e, mekanîzma herî paşverû û bêbinyat e. Jixwe têza Ziya Gokalp û Yusuf Açura ya tirk-î turan jî bêbinyat e. Ji bo vê jî M. Kemal xwest bingeha wan a dîrokî ava bike.

Dîrokzan û akademisyenên dewşirme diçin Asya Navîn, li qelaçan digerin û dixwazin şopa çandekê bînin. Çanda winda anîbûn, lê eger çand nebe, şopa wê jî xuya nake. Li Asya Navîn, tenê mîmariya Tîmurleng û pirtûkên ku ji Kurdistan, Îran û Mezopotamya xesp kirin û birin dibînin. Rastî yek gorîstanê jî nayên.

Vêce îro; li Îmraliyê, darbeyek ku hemû diyalektîkên jiyanê red dikin heye. Tifaqa faşîst, hem li dijî fîlozofiya Ocalan, hem li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan û gel, şerê taybet û piralî dane destpêkirin.

Mîna destpêka şerê 1’mîn ê cîhanê AKP/MHP’ê bi hiş û ramanê doktrîna lenetkîrî, hêzên artêşa xwe û komên çete, di qijle û baregehên taybet ên li bakur, rojava û başurê Kurdistanê bi cih kirine.

Li her enîşk û girê axa Kurdistanê qereqol û qaleqol ava kirine. Daristan şewitandin. Çiyayên Kurdistanê bi giştî bombe dikin. Li Garê sondaja neftê dikin, li gelî û mesîlên erdnîgariya li herêma Botan û Dêrsimê kirine qadên kanên kevir û komurê.

Vijdanê kevirî û hişmendiya wêranzar, ekolojiya Kurdistanê ser û binê hev kirine.

Bi cîh û warbûna li axa Kurdistanê re qirkirina bi rêbazên “bêquralî”, “bêhiquqî” û “dorpêçên herêmî” wê gelekî hêsan be. Lobiya şerê taybet a dewşirmeyên selefkar, li Iraq, başûrê Kurdistan û Îranê di nava gera destek û kolana hawarê de ye. Bi vê vehda hewarê dixwazin têkçûna xwe bidin rawestandin û peymanên nû yên wekî Sadabatê ava bikin. Peymanek bi vî rengî tê wateya qirkinên nû!..

Divê kes li bende demokratbûna Tirkiyê nemîne. Lîteretûra siyasî faşîzan e û muxalefet jî weke kefa li ser avê ye, hem komên xelkê mijûl dike, hem kiryarên faşîzan rewa dike.

Hêvî têkoşîn e!…

Divê di her alî de li her derê, di aliyê siyasî, civakî, kulturî, rewşenbîrî, diplomatic, medya de li dijî faşîzma organize têkoşîn bê xurtkirin. Wekî mînak, hilbijartinên 31’ê Adarê ya herêmî firseteke dîrokî ye!..