19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye’

Hevjîna dozgerê îdianameya rojnamegerên girtî amade kirî, endama şandeya dadgehê derket. Parêzeran xwestin dadger bê guheratin lê ev daxwaz hate redkirin

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16’ê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku di 12’ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, îro derketin pêşberî dadger. Danişîn dê li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin.

Rojnameger anîn eywana dadgehê û danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Danişîn, bi xwendina kurteya îdianameyê berdewam kir.

Hevjîna dozgerê îdianame amade kiriye di şandeyê de ye

Hat zanîn ku hevjîna dozgerê îdianameya rojnamegeran amade kirî endama şandeya dadgehê ye. Parêzeran jî nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku dadger were guherandin. Serokê dadgehê ev daxwaz red kir.

Danişîn, bi parastina Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan didome.