6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez li pey her kirinên xwe me. tişta ku ket ser milê min, min pêk anî. Ez li hemberî we serbilind disekinim.”

Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. 14 kes ji dozê tên darizandin. Lê tenê Akiş beşdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.

‘Ez ê têkoşîna xwe bi serbilindî berdewam bikin’

Akiş di danişînê de parastina xwe kir. Akiş destnîşan kir ku dozger, polîs û dadgerê wê demê yên ku dosyeyê amade kirin endamên FETO’yê ne û dosye jî bi awayek siyasî hatiye amadekirin û wiha axivî: “Ez dibêjim; dosyeya ku îro kirine rojev jî siyasî ye. Ez serbilind im. Ez 53 salî me û bi salane ez têdikoşim û ez ê her têbikoşim. Min bihîst ku der barê min de nûçeyên ‘wê bireviya’ hatine amadekirin, lê ez qet û qet nereviyame û ez ê nerevim. Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im. Ez li pey her tiştên xwe me. Di warê siyasî de min wezîfe û erka li ser milê xwe pêk aniye. Ez li hemberî we bi awayek serbilindî sekinîme. Min got aştî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî… Min hemû jiyana xwe li derdora van peyvan hûnandiye. Ez ê ji niha şûn ve jî berdewam bikim. Ez ji girtinê û şandina hepsê natirsim. Ez bi serbilindî li hemberî we sekinîme. Ez ji we ne beraetê ne jî tehliyeyê dixwazim.”

Akiş di dawiya parastina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ku îdianame ji nû ve bê amadekirin. Çima çar meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin, lê gelo çima niha tê kirin? Ez dizanim ku ev darizandina min siyasî ye. Min heta îro ji bo berjwendiyên gelê xwe her tiştî kir û min ji bo gelê me wezîfeya xwe bi şeref pêk anî.”

Piştî parastina Akiş, parêzerên wî dest bi parastinê kirin.

‘Dosya bi salan derneg xistin’
Piştî beyanên Akiş, parêzeran parastina miwekîlê xwe kirin. Parêzeran diyar kir ku beyanên şahidên veşarî ku li dosyeyê hatine zêdekirin, bi tu awayî ne derbasdar in û şahidan bi awayek derhiqûqî karûbarên teşhîsê kirine. Parêzeran da zanîn ku bi salan ji ber ku li şahidan nehatiye guhdarîkirin, dosyeya dozê bi derengî hat xistin û divê Akiş ji dosyeyê bê beraetkirin.
Parêzeran ji bo parastinê dema zêde daxwaz kirin lê dadgehê daxwaz red kir. Piştî parêzerên din ên siyasetmedarên ji dozê tên darizandin, dozger mutalaya xwe dubare kir. Dozger xwest Siddik Akiş û yên pê re tên darizandin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.
‘Ji bo ez kurd im têm darizandin’ 
Siddik Akiş li dijî mutalayê axivî û wiha got: “Tevahiya axaftina min a bi kurmancî ji aliyê kesên bi kurmancî nizanin ve hatiye wergerkirin. Ez bi îngîlîzî nizanim lê hindik maye hûn bi min wergerînin wî zimanî, gelo tiştek wisa dibe? Ez li axaftina xwe dinêhirim, li wergera hatiye kirin dinêhirim ku qet naçin ber hev, eleqeya wan bi hev re nîne. Qeyda vê axaftinê derxin holê heke heman tişt derkeve ez ê biçim 50 salên din di hepsê de rakevim. Axaftina min werger bikin, heke sûc be ez ê hezar car wî sûcî bikim. Şahidek veşarî ku axaftina xwe bi paş ve kişandiye hûn çima radibin îfadeyên wî dixin nav mutalayê. Dema der heqê min de îfade dide pirsgirêk tune lê dema ne der barê min de îfade dide hûn dibêjin, ‘naxêr hûn gefê dixwin’. Min tu demê vî kesî nedîtiye. Dema wî kesî îfadeyên xwe bi paş ve kişandin, ez di girtîgehê de bûm. Hûn jî nizanin ku ew kes kî ye. Niha li vir tenê sedemek darizandina min heye, ew jî ber ez kurd im. Ez bi kurdbûna xwe şanaz û serbilind im.”
Dadgehê ji bo biryarê navber da danişînê.