4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hate girtin

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, hate girtin.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “bi navê rêxistinê sûc kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Karaman li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê hat dîtin. Di danişînê de 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Karaman hat birîn û biryara girtina wî hat dayîn.

Piştî ragihandina biryara girtinê cendirmeyan Karaman, ji eywana danişînê girtin û birin girtîgehê.