3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevşaredarên Erxeniyê pirtûkên kurdî li zarokan belav kirin

Hevşaredarên Erxeniyê ji bo xwendina kurdî pêş bikeve û zarok fêrî xwendina kurdî bibin pirtûkên kurdî li zarokan belav kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Erxenî ya Amedê Şiyar Guldiken û Bîrsen Azak Bayar li gel encumenên şaredariyê pirtûkên kurdî li zarokan belav kirin. Hevşaredaran û endamên meclisê di çarçoveya ziyaretên gel de, ji bo zarok fêrî xwendin û axaftina kurdî bibin, li park û kolanan pirtûkên kurdî li gel belav kirin. Di  nava pirtûkên ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê belav kirin de roman, çîrok û pirtûkên boyaxkirinê jî hebûn. Hevşaredaran di belavkirina pirtûkan de ji bo zarokan bi kurdî pirtûk xwendin. Hevşaredaran di serdana gel de pirsên welatiyan bersivandin û bi gel re sohbet kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê