21 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka OHD’ê: Ev pergala tecrîdê li cîhanê tune ye

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik, der barê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku piştî Mandelayê mînaka vê tecrîdê li tu deverê nehatiye jiyîn û got: “Ev pergala tecrîdê li cîhanê tune ye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de ne 38 meh in agahî ji wan nayê girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq, li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê çalakiyên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizikî didomin. Ligel ku nerazîbûn û çalakiyên têkildarî tecrîdê dewam dikin, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re bi hinceta “Cezayên dîsîplînê” tên astengkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kirin, hîn bûn ku di 28’ê Adarê de bi hinceta “Cezayê dîsîplînê” ya nû 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê hatiye dayîn.

Malbatên girtiyan ji bo azadiya  girtiyan bixwazin li gelek bajaran li pêş girtîgehan, avahiyên AKP’ê û Wezareta Dadê dest bi çalakiyan kirine.

Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe bi “Boykotkirina dadgehan, hevdîtina malbatan, parêzeran û bi telefonê” bidomînin.

Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Wanê Mehtap Işik, derbarê tecrîda heyî de ji Nûçegîhana Ajansa JINNEWS’ê Rojda Aydin re axivî.

Tu aliyê hiquqî yê tecrîdê tune

Hevseroka OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik, anî ziman ku di hevpeyvîn û daxuyaniyên xwe yên berê de jî diyar kirine ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tu cihî nayê meşandin û tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne û wiha got: “Xala ku em bi taybetî teqez dikin ew e ku tu bingehek qanûnî tune ye. Ev yek bi temamî astengkirina bi keyfî ya hevdîtinên parêzer û malbatê, mafên telefonê û her wiha mafê ragihandinê ye.  Tu aliyê tecrîdê yê hiqûqî û zagonî tune ye. Pergala ku li Girtîgeha Îmraliyê tê sepandin her çendî pergalek taybet be jî, li tu derê cihanê ji bo girtiyan ne sîstemek e. Rewşeke Mandela ya bi vî rengî hebû. Bi rastî jî li wir hevdîtinên qismî hatin kirin. Di heman demê de Antonîo Gramscî hebû û li ser wî pergala tecrîdê hate sepandin. Lê em dikarin bibêjin ku tecrîdeke bi vî rengî ya demdirêj û berfireh tenê li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin.”

Tecrîd li her derê belav bûye

Hevseroka OHD’ê Mehtap Işik, destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li her qadê belav dibe û wiha axivî: “Ev yek bandorê qadên siyasî, civakî û girtîgehan jî dike. Niha em dibînin ku tecrîd bi temamî li hemû qadan belav bûye. Îro em dikarin rave bikin ka çima qeyrana aborî di asteke ewqas giran de ye û çima bi pergala tecrîdê re şer hê jî didome. Em dibînin ku girtîgehên tîpên Y û S yên ku van demên dawî hatine çêkirin, bi pergalek bi armanca tecrîdkirina girtiyan di hundir de bi tevahî hatine avakirin, ev girtîgehên tîpa Y û S yên ku em behsa wan dikin, girtîgehên ku niha li gelek cihan tên plankirin û avakirin in. Ger em hinekî din jî binirxînin ka avahiya hundirîn a van girtîgehan çawa ye, ev pergalek e ku girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin, her kes di hucreyên yek kesî de tê ragirtin, ferq nake mehkûm an jî girtî. Ev yek nîşanî me dide ku pergala tecrîdê gav bi gav girantir dibe, êdî ji bo hemû girtiyan derbasdar e, pêşî li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin û piştre wê li hemû girtîgehan bê bicihkirin. Ev tê wê wateyê ku ev qonaxeke din a tecrîdê ye, em ê weke parêzer êdî nikaribin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, malbat jî nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber ku ya ku niha li Îmraliyê tê meşandin ev e û ger helwest û têkoşîn li dijî vê neyê kirin, wê vê carê li ser muwekîlên me jî pêk were. Di rastiyê de, ev nîşan dide ku ev yek bi awayekî berbiçav ketiye jiyana me.”

 Parêzer nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin

Mehtap Işik, destnîşan kir ku wan tenê behsa pergala tecrîdê ya qat bi qat kir, ji bo zêdetir balê bikşînin ser vê yekê  û wiha berdewam kir : “Em hîn bûn ku girtiyên li hundir jî ji bo balê bikişînin ser vê yekê dernakevin serdana malbat, parêzer, danişîn û telefonê. Em niha nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û ne jî malbatên wan dikarin hevdîtinê bikin. Bi awayekî xwezayî em nizanin rewşa wan çawa ye û rewşa girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê berdewam dikin di çi astê de ye. Di vê qonaxê de em nikarin tu agahiyê ji hindir bigirin. Ev bi zelalî nîşanî me dide ku dê bi tevahî kêmasiyek ragihandinê hebe û ev yek dê veguhere hawîrdorek kaosek pir giran.”

Qedexeya li ser parêzeran dijhiquqî ye

Mehtap Işik, da xuyakirin ku qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan a li ser Abdullah Ocalan tu bingehek hiqûqî nîne û wiha axivî: “Dema ku pêwîst bê dîtin, hevdîtina bi parêzeran re tê qedexekirin û lê li şûna wî parêzerekî/ê din tê tayînkirin. Lê belê li girtîgeha Îmraliyê em dibînin ku li gorî qanûna înfazê ya 59/1 berovajî vê yekê tê meşandin. Vê carê em dibînin ku hevdîtina hemû parêzeran li girtî hatiye qedexekirin. Lê di qanûna înfazê de tu bingehek vê yekê nîne. Yanî herî zêde yek-du parêzer bên qedexekirin û li şûna wan parêzerên din bên tayînkirin. Lê li vir em dibînin ku hevdîtina  hemû parêzeran li girtiyan tê qedexekirin. Bi gotineke din, li vir bingehek qanûnî û binesaziyek tune ye û dema ku hewce be bi xwendina qanûnê berovajî vê yekê, pêkanîn bi rengekî tam keyfî têne kirin.”

Destûrê nadin ku parêzer hevdîtinan bikin

Mehtap Işik, herî dawî bal kişand ser cezayê dîsîplînê ya ku hatiye dayîn û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku ji 3 mehan carekê, ji 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê li birêz Abdullah Ocalan dibirin. Sedema van cezayên dîsîplînê bi rastî jî kûrkirina tecrîdê ye. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em baş dizanin ku cezayên dîsîplînê û tecrîdê tu bingeheke hiqûqî nîne. Em ji Wezaretê Dadê re jî dibêjin ku em dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û divê vê yekê pêk bînin, lê me bersiveke erênî negirt. Me serî li baroyan jî da, lê destûr nadin ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê hê jî bersiveke erênî nehatiye dayîn. Helbet em ê serlêdanên xwe bidomînin. Ji ber ku em vê dibêjin; ji ber vê yekê em dixwazin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rewşeke wisa qanûnî û eşkere nabe, lê bi hincetên wisa bêbingeh tê redkirin.”

Çavkanî: JINNEWS