13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê DFG’ê Altan di parastina xwe de got: Em dozdar in

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad “temînata aştî û demokrasiyê ye” û wiha got: “Em ne sûcdar in lê dozdar in.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li gelek bajaran lêpirsînek hatibû destpêkirin. Parastina rojnamegeran a di danişîna ewil de ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibû binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, didome. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin û rojnameger parastina xwe dikin.

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştî xwendina îddianameyê, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdan Altan parastina xwe bi kurdî kir. Altan, di parastina xwe de diyar kir ku 13 meh in girtî ne lê hêj jî sedema girtina xwe nizanin û da zanîn ku îdiayên derheqê wan de tên kirin, ji rewşa siyasî ya heyî cuda nînin.

‘Rojnamegerî tê darizandin’

Bi domdarî Altan diyar kir ku darizandina heyî eleqeya xwe bi pirsgirêka kurd re heye û wiha domand: “Çawa ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, hewl didin dengê rojnamegerên kurd jî qut bikin. Madem rojnameger tên darizandin, wê demê divê em jî rojnamegeriyê biparêzin. Ji dîrokê heta roja me zext û sansûra li ser çapemeniyê didome. Hemû tawanbariyên di îddianameyê de ji hêla raya giştî ve tên zanîn. Di îdianameyê de rojnamegerî tê darizandin.”

‘Ji serdema osmaniyan heta zext hene’

Di berdewamê de Altan bi bîr xist ku ji serdema Osmaniyan heta roja me zext, sansûr û komkujiyên li ser rojnameger û rojnamegertiyê didomin. Altan, destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniya kurd hêj girantir in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hinek serdeman de gavên demokratîk hatin avêtin. Di dîroka komarê de serdema yekpartiyê hebû. Wê demê çapemenî jî yektîp bû. Lê di vê serdemê de yektîpkirina çapemeniyê jî bi têrî wan nake, divê çapemenî dewletê biparêze û aliyê wan bigire.”

Altan, bal kişand ser tiştên di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’an û wiha got: “Di serî de me qala pirsgirêka kurd kiribû. Divê mirov qala pirsgirêkên çapemeniya kurd jî bike. Heke nasnameya çapemeniya tirk sansûr, qedexe, zext û alîgirtiya dewletê be, wê demê nasnameya çapemeniya kurd jî sirgûn û zext in.”

Kevneşopiya berxwedanê ya çapemeniya azad

Altan, ji bo doza derheqê wan de pênaseya “Doza tesfiyekirin û bêbandorkirina rojnamegeriyê” kir û  wiha pê de çû: “Li welatekî ku kurd lê nayên qebûlkirin, rojnamegerên kurd jî nayên qebûlkirin.” Altan, qala êrişên di salên 1990’î de li dijî rojnamegerên kurd kir û wiha axivî: “Çapemeniya kurd bi Ozgur Gundemê rêya xwe domand.Ji bo tunekirina çapemeniya kurd, di vê serdemê de çendek gav hatin avêtin û biryarname û qanûn hatin derxistin.  Di sala 1992’yan de jî Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir ku ji bo çapemeniya kurd destpêkeke nû bû. Di hefteya ewil a weşangeriya rojnameyê de rojnameger Hafiz Akdemîr hate qetilkirin. Piştre di nava 2 salan de 8 nûçegihan û 19 belavkarên rojnameyê hatin qetilkirin. Ji 580 hejmarên wê derheqê 486 hejmaran de doz hatin vekirin. Ceza dan 147 xebatkarên wê. Rojname hate girtin. Li şûna wê jî di sala 1994’an de rojnameya Ozgur Ulke hate derxistin û hate bombebarankirin.”

Pêvajoya akp’ê

Altan, got ku di mijara zextên li ser Çapemeniya Azad de divê ji bo serdema AKP’ê “Rûpeleke taybet” were vekirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya ewil de AKP’ê li dijî çapemeniya serdest têkoşiya. Di serdema duyemîn de çapemeniya alîgir ava kir û di qonaxa sêyemîn de jî ji bo tunekirina tevahiya çapemeniya muxalîf kete nava hewldanan. AKP’ê di sala 2018’an de Dogan Medya bi dest xist û çapemenî bêdeng kir. Di sala 2016’an de OHAL hate ragihandin û bi OHAL’ê re 178 radyo, televîzyon û rojname hatin girtin. Tevahiya çapemeniyê hate tesfiyekirin. Ji vê dîrokê û şûne çapemenî bi temamî bû çapemeniya alîgir. Yên nebûn alîgir jî hatin berterafkirin. Di roja me de jî çapemeniyeke yekreng û yedeng heye.”

‘Çapemeniya azad temînata aştiyê ye’

Altan, got ku çend dengên muxalîf ên car bi car derdikevin jî tên qutkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnameger Merdan Yanardag yek ji van e. Tevî hemû êrişan jî Çapemeniya Azad li ser pêyan e. Ev yek jî bi saya xebatkarên wê ye. Çapemeniya Azad, temînata aştî û demokrasiyê ye. Heke Çapemeniya Azad nebe, dê zordestî, tunekirina xwezayê û hejmara kesên destdirêjiyê li zarok û jinan dikin roj bi roj zêdetir bibin. Me tu carî ji rojnamegeriyê tawîz neda. Em tevî wê hawîzê nebûn. Me li cem kedkaran cih girt. Em bûn rengê xwezayê û dengê bindestan. Ev yek wiha bi hêsan nîne. Me bedel da û hêj jî didin.”

‘Ya ku hatiye kirin operasyoneke taybet bû’

Altan parastina xwe wiha domand: “Ev operasyona hatiye kirin, operasyoneke jirêzê nebû. Operasyoneke taybet bû. Dozgereke taybet şandin. Em 8 rojan di bin çavan de man. Ji bo dosyayê biryara nepeniyê hate dayîn. Mehekê li saziyên me qereqol hatin avakirin, dest danîn ser amûrên me. Alav û amûrên rojnamegeriyê weke amûrên sûc hatin pêşandain. Ev yek şermekî mezin bû. Emniyeta Amedê li şûna ku xwe bi me ve ewqas mijûl dike, bila biçe li pey tecawizkar û çeteyan bikeve. Heke wisa bikira heta niha tu sûc û ne jî sûcdar mabûna. Dema mirov li îdiayên di îddianameyê de dinihêre, dê bibêjî qey henekên xwe bi aqilê mirov dikin. Madem hûn ji bo amadekirina îdianameyê 10 mehan sekinîn, wê demê bila we çendek tiştên ber diketin xistibûnê. Tawanbariyên derqanûnî di îdianameyê de hene û em ê bersivê nedin wan. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên nepen hene. Dema em hatin binçavkirin, şahidê nepen 6 meh piştre îfade daye. Dema lê nihêrtîn û tu delîl peyda nekirin, wê demê jî îfadeyên şahidê nepen lê zêdekirine.”

‘Em ne sûcdar lê dozdar in’

Altan, da zanîn ku yên di îdianameyê de tên tawanbarkirin ew bi xwe ne yan saziyên weşanê ne diyar nîne û wiha got: “Ji bo bernameyên me li dar xistin di îdianameyê de têgeha ‘veşarî’ tê bikaranîn. Her wiha nîşeneyên me û arşîva dîmenan ên di serdegirtinên malan de hatin bidestxistin jî weke sûc hatine nîşandan. Di heman demê de parvekirinên me yên li ser medyaya dijîtal jî di dosyayê de hatine bicihkirin. Armanca esasî ya vê operasyonê ew bû ku xebatên me bidin sekinandin. Her wiha xwestin me ji qadê dûr bixin. Em sûcdar nînin lê dozdar in. Em ne ew kes in ku hesabê bidin lê divê em hesabê bipirsin. Gelo dê kî vê hesabê bide? Em 13 meh in girtî ne û dê kî hesaba astengkirina azadiya me bide? Lewma jî divê em hesabê nedin, hesabê bipirsin. Em edaletê diparêzin û dixwazin di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Em daxwaza azadiya fikr û ramanê dikin. Em daxwaza azadiya girtiyan dikin. Me tiştekî xerab nekiriye û seknekî rojnamegeran raber dikin.”

Piştî parastina Altan, navbera hate dayîn. Danişîn, bi parastina rojnameger Omer Çelîk didome.