3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewl didin ji nûve rejîma otorîter a desthilat vegerînin

Di 15′ê Adarê salvegera 12′an a destpêkirina krîza Sûriyeyê de PYD têkildarî vê boneyê daxuyaniyek da û got pêwîst e çareya krîzê bi destê sûriyeyan be

15′ê Adarê salvegera 12′an a destpêkirina krîza Sûriyeyê ye. Di 2011′an de bi tevgera gel dest pê kir û piştre bi destwerdana derve û hewldanên fînansekirina vê tevgerê li gorî berjewendiyên xwe, veguherî krîzê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî vê boneyê daxuyaniyek da û got pêwîst e çareya krîzê bi destê sûriyeyan be. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “12 sal di ser krîz û rageşiya Sûriyeyê re bêyî gaveke cidî ber bi çareseriyê ve pêk were, derbas dibe. Berovajî berjewendiyên ku bi milyonan di Adara 2011′an de xwepêşandanên ji bo guhartin û veguhartina demokrasiyê li dar xistine. Ev tevgera gel negihîşt asta şoreşgerî ya rasteqîn ji ber sedemên bingehîn. Lê ji bo şikandina benda tirsê ji hêla gel tevahî ve bû gaveke cidî. Ev yek mîna encama beriya wê ya redkirina gel di Serhildana 12′yê Adara 2004′an de ku ji Qamişlo, heta Kobanê û Efrîn, heta bi Heleb û Şamê pêk hat.

Di 12 salan de welat veguherî qada şer, tesfiyekirina mezhebî, nakokiyên herêmî û navneteweyî û tu tevgereke siyasî ji aliyê aliyên ku dibêjin nûnertiya gelê Sûriyeyê “piraniya opozîsyon û rejîmê” dikin, derneketiye asta herî bilind. Lê belê hiştin ku ev krîz girêtir be û di encamê de qetilkirin û wêranî çêbû û destwerdanên derve çêbûn. Bi wê yekê re dan û standineke şeklî çêbû û encam jî dirêjkirina krîza Sûriyeyê û girêkkirina wê bû. Êdî krîza Sûriyeyê di çarçoveya şerê li ser desthilatê û yekdestdariya wê yan jî dabeşkirina wê li gorî hêzên piştgiriya qaşo xebata dan û standinê dike cih girtiye. Tevgerên di vê çarçoveyê de diqewimin biryarên navneteweyî kêm dikin û hewl didin ji nûve rejîma otorîter a desthilat vegerînin û tê de hin taybetmendiyên binesaziya îtîlafê ya bi desteka rejîma Tirkiyeyê beşdar bikin.

Di çarçoveya guhartinên wêranker ên li erdnîgarî û binesaziya civakî yên Sûriyeyê de çêdibin krîza Sûriyeyê di qonaxên xwe yên herî dijwar re derbas dibe û bandorê li pêşeroja Sûriyeyê dike. Bi wê re ji hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê tê xwestin ku bi asteke bilind û lez tev bigerin da ku plan û projeyên ên dûrî sûriyeyiyan û berjewendiyên wan pêk tên, bizanin.

Di demekê de ku em tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê ya di Adara 2011′an de wek neçariyeke dîrokî dibînin û ji ber sedemên wê yên objektîf û subjektîf pêwîst e û şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan xwestekên gelên Sûriyeyê yên ji bo guhertina demokratîk pêk anîn, em careke din diyar dikin ku ji erka me ye û li gorî rêgezên şoreşê em gelê xwe yê sûriyeyî li ser van plan û projeyên naborî hişyar bikin.

Em bang li gelê Sûriyeyê û hêzên nîştimanî yên li hundir û derve dikin ku dem hatiye em bi hev re ber bi avakirina xebateke nîştimanî ve tev bigerin da ku şoreşeke rasteqîn li gorî berjewendiyên neteweyî bi rê ve bibin, welat ji aloziya wêranker rizgar bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û Sûriyeyeke azad a nenavendî ya demokratîk ava bikin û krîza Sûriyeyê li gorî biryara navneteweyî 2254′an çareser bikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke pratîk û realîst e.”