3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hewldana Prîgojîn ne serhildan bû’

Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo diyar kir ku hewldana Yevgenî Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû û wiha got: “Xwest dengê xwe bigihîne jor. Heke bikariya xwe bigihanda Moskovê û pirsgirêk vegotina, dê bandorekî erênî li ser stratejiya şer bikira.”

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de salek û 4 meh li pey xwe hişt. Di şer de bi hezaran leşker, sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji milyonek zêdetir kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Şerê ku di sala 2014’an de dest pê kirî, bi awayekî fiîlî di 22’yê sibata 2022’yan de derket holê. Di demekî ku şer bi hemû dijwariya xwe didomiya de Koma Wagner a ji leşkerên kirêgirtî pêk tê û yên Rûsyayê ne, di 23-24’ê hezîranê de li dijî Rûsyayê “serhildanek” da destpêkirin. Koma bi serokatiya Yevgenî Prîgojîn, heta bajarê Rostovê jî pêş ketin. Piştî hevdîtinên neyekser ên di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn û Prîgojîn,  Prîgojîn got ku “serhildan” bi dawî kirine û vekişiyan kampên xwe. Vê bûyerê li tevahiya cîhanê deng veda û bi xwe re gelek pirs anîn.

Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo têkildarî geşedanên li Rûsyayê ji nûçegihanê  ajansa Mezopotamyayê Bazîd Evren re axivî.

Cewo, anî ziman ku dîroka cîhanê dîroka şeran e, şerê Ûkrayna-Rûsyayê ne şerê yekemîn e û wiha domand: “Ev ne şerekî li dijî Ûkraynayê ye. Ev tevgereke şer a taybet e. Du armancên vî şerî hene. Rejîma Ûkraynayê ya îro, rejîmeke faşîst e lewma yekemîn armanc defakşîzekirina Ûkraynayê ye. Ya din jî bêçekkirina Ûkraynayê ye. Ji bo çi? Mantiqeke giştî ya welatên rojavayî li dijî Rûsyayê heye. Ev jî, ji Otto von Bîsmarckê almanî tê. Bîsmarck wiha dibêje; ‘Şikandina hêza Rûsyayê, ji qutkirina Ûkraynayê û Rûsyayê pêk tê. Ne tenê Ûkraynayê ji Rûsyayê qut bikin, her wiha wê li dijî Rûsyayê rakin û ji ber vê yekê divê hertim di nava giregirên bijarte (Elît) de xayînan bibînin. Van bigihînin, mezin bikin ku ew hemû tiştên rûsî nefret bikin ku ew bi xwe jî nezanin ku ji ruhê xwe nefret dikin. Wekî din, êdî pirs ya demê ye.’ Îro ev plan pêk tê. Koka van her du welatan miletek e.”

‘Şerê rûsya û nato’yê ye’

Bi domdarî Cewo diyar kir ku kesên şerê niha li Ûkraynê weke “şerê Ûkrayna-Rûsyayê” pênase dikin xelet in û sedema wê wiha vegot: “Ev ne şerê wan e. Ev şerê NATO û Rûsyayê ye. Peyayên NATO’yê di wir de şer dikin, çek jî, ji NATO’yê tên. Welatên rojavayî xwe li ser navê Ûkraynayê perde kirine û şerekî li dijî Rûsyayê dimeşînin. Her wiha di bin vî navî de ambargoyê danin ser Rûsyayê. Ewropa hêdî hêdî dibe koloniya Amerîkayê. Lewma hemû hilberîna Ewropayê li ser gaz û nefta Rûsyayê ye. Ev gaz û neft hat birîn û li hemû Ewropa biha tê firotin. Ewropayê jî hemû kargehên xwe birin Amerîkayê. Heke wiha berdewam bike wê Ewropa hilweşe. Ev dane ji Ewropa tên, parlamenterên Almanya û Fransayê di parlamentoyê de dibêjin. Ji xwe NATO jî çekek di destê Amerîkayê de ye.

Ev şer dibe ku heta du salan jî bidome

Ev şer dibe ku heta salek du sal din jî dewam bike, lê NATO neçar dimîne ku hinek tiştan biguherîne. Wê her du alî jî vala bimînin û tiştekî wan namîne. Gava Sovyet belav bû jî gotin Rûsya xelas bû lê ne wisa bû. Di Rûsyayê de mirovên biaqil hebûn. Dîtin ku dê xelas bibe, gelek tişt veşartin. Ev teknolojiya tê bikaranîn jî hemû yên dema Sovyetê ne. Rûsyayê di nava van salên dawî de tiştekî nû çênekiriye. Nû dikin û bi kar tînin. Çekên wan jî hêj yên Sovyetê ne. Çiqas dizî, talan kirin jî dîsa li ser pêyan e.

‘Serhildana’ koma wagnerê

Di berdewamê de Cewo bal kişand ser sedemên “serhildana” Koma Wagnerê û ev nirxandin kir: “Li ser vê serhildana navxweyî gelek tişt tên gotin. Hinek dibêjin ev şanoyek bû û Pûtîn bixwe daye çêkirin. Ji bo ku bê têgihiştin, divê tiştek bê zanîn. Prîgojîn berê jî di parlamentoyê de axiviye û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê rexne kiriye û nêrînên xwe gotiye. Lê Pûtîn ne ji wan serokane ku yekî rexne dike hilde û bikuje. Ew demekê dinêre, analîz dike, alternatîfan dibîne, dû re guhertinan çêdike. Bila neyê jibîrkirin ku Pûtîn di (Komitet Gosudarstvennoy Bezopasnosti, yanî Komîteya Ewlehiya Dewletê) KGB’ê de xebitiye. KGB jî bingeha dewleta Rûsyayê ye û Partiya Komunîst a Rûsyayê ve girêdayî ye. Raste Pûtîn rexne û giliyan dike, lê nikare hemû tiştan bike.

Ne serildan lê meş bû ku dengê xwe bigihîne yên jor

Pûtîn bi şoreşekê, yan jî bi partiyekê neket parlamentoyê û nehat desthiladariyê. Piştî Sovyetê pergalek di Rûsyayê de çêbû. Yanî dewlet di berîka olîgarkan de ye. Dikarin yekî ji wezîrtiyê biavêjin, an jî dikarin yekî nû bînin û bikin wezîr. Yanî her tişt di destê wan de ye. Ji ber vê yekê Pûtîn anîn. Pûtîn jî hinek tişt tehemûl kiriye û hêdî hêdî paqij kiriye û heta vê demê hatiye. Niha jî hatin meşa Wagnerê ya ji bo rastiyê. Ev ne serhildan bû, meş bû ku dengê xwe bigehîne jor. Her çend hinek bibêjin xiyanet bû jî lê ne wisa bû. Mirov bi mantiqê nikare Rûsyayê fêm bike. Heta 50 salên din wê derkeve ka tê çi wateyê. Prîgojîn derket daxuyanî da û got ku ‘Ez neçar mam ku dengê xwe bilind bikim.’ Kesên li dijî Pûtîn tevdigerin, yên daxwaza pergaleke nû dikin û desthilatê rexne dikin hemû derketin û piştgiriya Pûtîn kirin. Gotin; ‘Heke ev çalakiyeke dijî dewletê be, em jî dijî wê çalakiyê ne.’ Prîgojîn jî ev yeke dît û gav paş ve avêt. Lê Prîgojîn dixwest meşa xwe heta Moskovê bidomîne û pirsgirêkan ji wan re bibêje.

Hewldana prîgojîn lawaziyên rûsyayê derxist holê

Têkildarî bandora “serhildana” Prîgojîn a li ser şerê Ûkraynayê jî Cewo diyar kir ku helwesta Prîgojîn erênî ye û wiha bersiva pirsa “Çawa” da: “Ew ji nava şer hatiye û gelek tişt bi çavên xwe dîtiye. Heke gihiştiba armanca xwe wê pirsgirêkên Wezareta Parastinê û Parêzgeha Parastinê ya Navendî tev bi gotiba. Vê yekê jî dê ji bo stratejiya şer a ji niha pê ve tiştên erênî bi xwe re anîba. Lê tiştek din heye ku ew jî bi vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derketin holê. Kêmasiyên parastina Rûsyayê ji niha ve derket pêş çavan. Tê gotin ku heke Prîgojîn nehatiba sekinandin bê şer diçû Moskovayê. Her wiha gava Prîgojîn hatî jî, kesekê ew weke dijmin nenêriye. Piştî ku Prîgojîn axivî û armanca xwe diyar kir, bertek nîşan dan û li dijî wî derketin. Tiştek din ya balkêş heye ku dîsa dibêjin gelek kesên bijarte yanî elîtên Rûsyayê gava hewldana Prîgojîn hîn bûne ji Rûsyayê reviyane.

‘Divê kurd nebin alî û berjewendiyên xwe esas bigirin’

Nivîskar Ezîzê Cewo bal kişand ser rageşiya Rûsyayê û bandora wê ya li ser Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Îngilîz dibêjin ku ‘Dost û dijminên me nînin, tenê berjewendiyên me yên netewî hene.’ Rûsya dewleteke û têkiliya dewletan bi dewletan re heye. Têkiliyên aborî, siyasî hwd. Divê ew berjewendiyên xwe di me de bibînin. Ez ê mînakekê bidim û ev mînake bibandor e. Dema Mele Mistefa Barzanî ji Moskovayê vegeriya Iraqê û hêdî hêdî têkiliyên wan bi Amerîkayê re çêbûne. Yekî di Komîteya Radyoyên Giştî ya Rûsyayê de ji min re got ku Barzanî gotiye; ‘Ez tim li dijî komunîzmê me ta ku ez misilmanim.’ Gelek tiştan em ji bîr dikin û wateyê nadinê. Meleyek anîne birine Akademiya Biryargera Navendî, generalî danê, perwerde kirine. Niha heke tu rûs bî, tu dê baweriya xwe li van misilmanan bînî? Dîplomat û parlementerên çepgir ên Rûsyayê hene û bi dil germî piştgiriya kurdan dikin. Gelek tişt bi me kurdan ve girêdayî ye. Divê em dost û dijminan ji xwe re negerin, berjewendiyên xwe biparêzin. Me nekarî, wê çaxê têkiliyan bi dewletan re deynin. Em nabin hevalbendên hinekan li dijî hinekan. Mesela îro di nava NATO û Rûsyayê de şer heye, lê kurd nikare bibe alîgir. Ji bo me yekitiya neteweyî, hevtêgihiştin pêwîste. Divê em bipirsin, em ê yekitiya xwe çawa ava bikin? Divê kurd li xwe vegerin. Berî ku em ji xelkê tiştekî bixwazin, em ji xwe bixwazin. Em berê rexneyê bidin xwe û em xwe perçe û analîz bikin. Heke em li hev fêm bikin, xelk jî dê bi me re rûnê. Dewletan wijdan û exlaq nîne, tenê berjewendî hene.

Ev derfeteke û divê em lozana duyemîn nejîn

Îro demeke weke dema beriya Lozanê ye. Ev derfeteke ji bo tiştên nû. Em Lozana duyemîn nejîn. Gelê kurd gelê berê nîne. Çavê kurdan vebûye û êdî kurd, kurdê sedsala 20’emîn nîne. Berhema herî mezin ya tevgera azadîxwaz ya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev e. Kurdekî nû ava bûye. Divê di nava gel de hewayek wisa bê çêkirin ku êdî xiyanet û xwefiroşî di nava me de şerm be. Yekitî, yekitî û lihevkirin.”