30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza ked û demokrasiyê li Stenbolê 15 rojin nobedê digirin

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz di çalakiya li dijî qeyûman de got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar van hemû zehmetiyan derbas bikin."

Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemergê didomin. Li Taxa Haciahmet a Beyoglûyê gel di pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de civiyan û li dijî polîtîkayên qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Gonca Yangoz jî amade bû. Girseyê di çalakiyê de pankartên reş hilgirtin û pankarta “Ji bo Colemêrgê STENBOL di nobetê de ye” vekirin.

Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz anî ziman ku soz didin ku bi hemû hêza xwe hêza hevalên xwe xurt bikin û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê dema ku di deqeyekê de qeyûm tayîn bike ji bo hilbijartiyên me, li pêşberî felaketeke bi vî rengî, qetlîameke bi vî rengî winda bibe û nîşan bide ku ne li cem gel e, em ê van hemûyan bi ser bixînin.”

Li ser navê beşdaran Arîf Yılmaz daxuyanî xwend. Arif diyar kir ku tu îrade ne di ser îradeya gel re ye û got, “ Em bang li hemû gelê xwe, yên demokrasiyê diparêzin, jin, ciwan û mûxalîfan dikin ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê derkevin.

Arîf Yilmaz banga tevlîbûna li mîtînga ya di 29’ê Hezîranê kir û xwest her kes beşdar bibin.