5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezar heftene têdikoşin

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildrarî hefteya 1000’î ya çalakiya Dayikên Şemiyê diyar kir ku dayikan bi têkoşîna xwe qad vekir û windakirî xistin rojeva cîhanê.

Dayikên Şemiyê di 27’ê gulana 1995’an de dest bi têkoşîna li dijî windakirinê kirin. 15-20 dayik ji bo aqûbeta Hasan Ocak ê di 21’ê adarê de piştî çalakiyên li taxa Gaziyê hat binçavkirin û 58 roj şûnde cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin, kom bûn û dest bi çalakiyan kirin. Malbatên Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Kenan Bîlgîn, Hasan Gulunay û Huseyîn Toroman pêk dihat, li Qada Galatasarayê civîyan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Malbatan bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û berpirsyar bên dîtin û darizandin”çalakiyên xwe li qadê berdewam kirin. Çalakiya malbatan, piştî demekê gihîşt hezaran. Dayikên Şemiyê ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe, her hefte li qada Galatasarayê kom dibin û çîroka windayan parve dikin. Aqûbeta wan dipirsin û daxwazên xwe tînin ziman. Piştî 1998’an kesên ku beşdarî çalakiyê bûn bi êrîşan re rûbirû man û hatin binçavkirin.

Bi zêdebûna êrîş, îşkence, zext û binçavkirinan re, Dayikên Şemiyê di 13’ê adara 1999’an de daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê ji raya giştî re ragihandin ku ew navberê didin çalakiya xwe. Dayikan piştî 10 salan di 31’ê çileya 2009’an de dîsa çûn qada Galatasarayê û çalakiya rûniştinê li dar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn. Lê her hefte polîs qadê dorpêç dikin û astengiyan derdixin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de nîşan da ku dê tevlêbûn zêdetir bibe. Lê hikûmetê vê carê Qada Galatasarayê bi temamî qedexe kir. Nehişt ku dayik bikevin. Gelek kes binçav kirin û doz vekirin. Wezîrê berê Suleyman Soylu di 2018’an de qada Galatasarayê qedexe kir. Lê tevî hemû astengiyan parazvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê her hefte çûn qadê û çalakiyên xwe berdewam kirin.

Dewletê çalakiya dayikan qexekirin Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî hefteya 1000’î ya çalakiya Dayikên Şemiyê nirxandinên girîng kirin. Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Yolerî anî ziman ku Dayikên Şemiyê di 27’ê gulana 1995’an de li qada Galatasarayê dest bi çalakiyan kirin û wiha got: “Çalakiyên dayikan ku di şertên OHAL’ê de berdewam kir, di 25’ê tebaxa 2018’an de di hefteya 700’emîn de qedexe kirin. Dewletê bi vê qedexeya çalakiyan dijberiya xwe ya li dijî heq û azadiyê nîşan da. Li şûna bi rastiyê re bê rûqalî hev û hesab bide, çalakî qedexe kir. Ev nîşan dide ku dewlet dixwaze bi rejîma otorîter nêzîkî meseleyê bibe.”

Yolerî bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan û rastiya meseleyê û wiha axivî: “Dîroka têkoşîna li dijî windakiriyan bi qasî dîroka binçavkirinan dûr û dirêj e. Em dibînin ku her kesek winda bûye, malbat û xizmên windayan ji bo dîtina wan ketine nava têkoşîn û çalakiyan.

Di 21’ê gulana 1995’an de Hasan Ocak winda kirin û 58 roj şûnde li goristana Bêkesan a Altınşehirê cenazeye wî yê bi îşkenceyê kuştine ditin. Dîsa cenazeye Ridvan Karakoç ê ku mehek beriya Hasan Ocak hatibû revandin û windakirin, bi heman rengî di heman goristanê de dîtin. Piştî têkoşîna malbatan, hevîya ku windayan bibînin zêdetir bû. Piştî wê di 27’ê gulana 1995’an de li qada Galatasarayê dest bi çalakiyan kirin. Bi vê çalakî û têkoşînê rê li pêş binçavkirin û windakirinan hat girtin. Her çend encam negirt jî, ev çalakî bû sedem ku dozên JÎTEM’ê bên vekirin. Bi van çalakiyan hin winda hatin dîtin.”

29 sal in li windayan digerin

Gulseren Yolerî destnîşan kir ku xizmên windayan ku di bin banê parazvanên mafên mirovan de kom bûn, 29 sal in li windayan digerin û wiha lê zêde kir: “Qada Galatasarayê êdî bûye qada hafizayê. Tevgera Dayiken Şemiyê ji roja ewil heta niha nîşan dide ku dewletê sûcê mirovahiyê kiriye û kiryaran teşîr dike. Dayikên Şemiyê heta niha daxwaza edalet û heqîqetê diparêzin. Bawer dikin ku dê wekî Arjantin û Şîliyê dê rojekê edalet cihê xwe bibîne. Ev sekna malbatan dewleta ku di hişmendiya berê de israr dike bêzar dike. Hikûmeta AKP’ê got ‘Di serdema me de ev bûyer pêk nehatin’. Lê piştî 2016’an bi dehan mirov hatin windakirin. Hêj meseleya Yusuf Bîlge Tunç heye. Destûra Dadgeha Bingehîn biryara qedexeya li qada Galatasarayê li dijî zagon û hiqûqê dît. Her çendî malbatan xwest li gorî vê biryarê dîsa li qadê çalakiyê pêk bînin jî, 29 hefteyan dîsa rastî heman dijhiqûqiyê hatin.”

Dayik bi têkoşînê gihîştin qadê

Yolerî da zanîn ku dijhiqûqî ne tenê li dijî Dayikên Şemiyê, hikûmet li her qadê tevî biryara Destûra Bingehîn, biryarên Destûra Bingehîn binpê dike. Israra têkoşîna Dayikên Şemiyê ya li qada Galatasarayê di qada neteweyî û navneteweyî de hestiyariyek ava kir. Dayikên Şemiyê bi têkoşîna xwe hikûmet razî kir ku li qada Galatasarayê çalakiyan pêk bînin. Di encamê de her çend daraz di bin zextên siyasî de bin jî di hefteya 953’emîn de (29 hefte ne têde) biryar da ku daxuyaniya li Galatasarayê li gorî hiqûqê ye. Destnîşan kir ku ev çalakî ne sûc e.”

Heta encamê dê bidome

Yolerî destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê di 25’ê gulanê de gihîştin 1000 hefteyî û wiha bi dawî kir: “Dayikên Şemiyê 1000 hefte ne li windayan digerin.

Heqîqet û edaletê dixwazin. Di hefteya 1000’an de dîsa li qada Galatasarayê kom bûn. Hefteya 1000’î di aliyê dîroka têkoşînê de girîng e. Beriya wê hefteyên 500, 600, 700’emîn bi girseyî çalakî pêk hatin. Di hefteya 1000’î de jî bi hêzek xurt û mezintir li qadê daxwazên xwe anîn ziman. 29 sal in têkoşînek bênavber didome. Ji bo hemû beşên civakê ji vê rastiyê agahdar bibin têkoşînek heye. Hemû beşên civakê hêzekê didin vê têkoşînê. Lê yên esil ev sûc kirine dewlet, kesên dewletê bi rêve dibin, van kesên têdikoşin nas dikin.

Dayikên Şemiyê, daxwazên wan, mafdariya wan zanîn. Dizanin ku heqîqet heta dawî di tariyê de namîne. Ji bo wê dixwazin bi tirsê, pûçkirin, bêwarî, bêhêvîkirinê dayikan bêdeng bikin. Dixwazin rastiyê berovajî bikin. Di têkoşîna 29 salan de dayik, bav, xwişk û birayên windayan, bêyî ku windayan bibînin û bigihêjin edaletê, ji vê dinyayê koç kirin. Barê têkoşîna wan li ser milê me didome. Têkoşîn bi nifşê sêyemîn didome. Heta hemû kiryar bên cezakirin û hemû winda bên dîtin dê têkoşîna me bidome.”