4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezaran li Heleb û Kobanê lehengên xwe oxir kirinc

Li Helebê û Kobanê bi hezaran welatî kom bûn û bi merasimek girseyî şervanên xwe yên di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên Heleb û Kobanê şervanên xwe yên di êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn spartin axê û soza berdewamiya têkoşîna wan dan.

Kobanê

Bi sedan şêniyên kantona Firatê şandeyên ji kantonên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevalên Sorxwîn yên YPJ`ê tev li merasîma oxirkirina Sorxwîn Rojhilat bûn.

Di 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta tirk li hemberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî. Di êrişê de fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik jiyana xwe ji dest dan. Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê li dar ket. Ji Fermendarên YPJ’ê Rojda Felat axivî û got: ” Em ê tola şehîdên xwe hilînin û ti carî jî vê yekê ji dijmin re nahêlin. Sorxwîn hêviya xwe ew bû ku li Kobanê û di goristana Şehîd Dîcle de cih bigre. Bi kesayeta xwe ya dilnizim bi her awayî têdikoşiya. Em wek hevrêyên Sorxwîn em soz didin ku em ê tola wê hilînin.”

Li ser navê malbata şehîd Sorxwîn û li ser navê Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê Nûcan Rojhilat axivî û wiha got: “Hêzên dagirker li çiyayên azad ji bo tunekirina hêza gerîla serî li her rêbazê dide. Dixwaze vê netewê tune bikin, dixwazin di şexsê Rêber Apo de netewa me tune bikin. Gotina Heval Sorxwîn jî ew bû, divê em xwedî li welatê xwe derkevin em xwedî vî welatî ne divê em xwedî jî lê derkevin. Sorxwîn di nava şerê Kobanê de bi Gelhat, Sorxwîn û Abu Leyla re cih girt. Gotina heval Sorxwîn ew bû ku em ê civaka xwe, welatê xwe û netewa xwe biparêzin. Em ê jî xwedî li wê xeyalê Sorxwîn derkevin.”

Di merasîmê de şehîd Çîçek Kobanê ya ku tevî 4 hevalên xwe yên HRE`yê 3`yê Çileyê di çalakiyekê li dijî baregehên dweleta Tirk a dagirker de li gundê Basilê yê bajarê Efrînê yê dagirkirî şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Birayê Şehîd Çîçek Kobanê, Berxwedan Berekat jî axivî û diyar kir ku ew ê tola hemû şehîdan hilînin û got: “Bila dengê me bigihije, dijmin em ê tola şehîdan rakin, em şervanên Rêber Apo ne.”

Piştra nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hate veşartin.

Heleb

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê şervanê QSD`ê Mihemed Şêx Mistefa oxir kir. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, endamên saziyên sivîl, partî, li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mihemed Şêx Mistefa wergirtin.  Şehîd Mihemed Şêx Mistefa li Reqayê di encama kirîza dil de şehîd bûbû û cenazeyê wî derbasî Helebê hate kirin.

Kerwanê şehîd ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya li herêma Şiqeyf bi rêket.

Li goristanê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Helebê Ferhad Kobanê axivî û got: “Şehîd Miheme di hemêza malbateke welatparêz de mezin bû. Çek rakir û tev li têkoşînê bû heta gihaşt asta şehadetê.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Hiso axivî û got: “Şehîd Miehemd di mera Reş de şehîd bû ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî pêk hat. Lê belê ew nikarin vîna me bişikînin, berovajî wê, emê têkoşînê mezin bikin.”

Biraziyê şehîd Mihemed Izedîn Şêx Mistefa got: “Divê destkeftiyên şoreşê bên parastin û em li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Dûre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Şiyar Cafer wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Mihemed di nava tilîliyên dayîkan de li goristanê hate veşartin.