28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê bicih dibin

Hêzên fewca 4 ya ser bi parêzvanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ketin rê û li gundê Serzêrî bi cih bûn.

Li gorî agahiyên rojnews’ê duh bi şev beşek ji hêzên fewca 4 ya ser bi parêzvanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ve ketin rê.

Her wiha hate diyarkirin ku hêza Iraqê ya berbi sînorê Dihokê ve ketî rê, li gundê Serzêrî yê li sînorê navçeya Kanî masî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bi cih bûn.

Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev dewleta tirk herêma sînorê Dihokê bi dijwarî bombebaran kir û di encamê de du pêşmergeyên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Emer Elî (68) hatin qetilkirin. Tê gotin 2 kesên din jî ji heman malbatê bi pêşmergeyan re bûn û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Di nava du mehên borî de rêzehevdîtin û serdanên rayedarên dewleta tirk ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên emnî û siyasî yên Iraqê çêbûn. Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan ewe ku dewleta tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêma Kurdistanê êrîş bide destpêkirin û dixwaze Iraq û herêm jî beşdarî van êrîşan bibin.