3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikumeta Etiyopya û TPLF’ê peymaneke nû îmze kirin

Hikumeta Etiyopya û fermandarê payebilind ên Eniya Rizgariya Gelê Tîgray (TPLF) der barê danîna çekan û derbasbûna alîkariyên mirovî peymaneke nû îmze kirin.

Li paytexta Kenya Nairobiyê, Hikumeta Etiyopya û Eniya Rizgariya Gelê Tîgray (TPLF) li hev rûniştin û li ser danîna çekan û derbasbûna alîkariyên mirovî hevdîtinan kirin. Piştî hevdîtinên hefteyekê aliyan li hev kir û peymaneke nû îmze kirin. Li gorî peymanê, wê TPLF çekên xwe yên sivik deyne û çekên xwe yên giran jî piştî ku hêzên biyanî û yên Etiyopyayê ji Tîgrayê vekişên radest bike.

Di her şertî de wê sivîl bên parastin û ji bo alîkariyên mîrovî bigihîje herêmê wê hevkarî bê kirin.

Ji  bo şopandina pêkanîna peymanê jî wê ji aliyê Yekitiya Afrîkayê ve heyeta çavdêriyê bê avakirin.

Di 2’ê mijdarê de ji bo rawestandina şer aliyan li hev kiribû.

Li ser navê Yekitiya Afrîkayê Serokkomarê berê yê Nîjeryayê Olusegun Obasanjo û Serokdewletê berê yê Kenya Uhuru Kenyatta serokatiya muzakereyên di navbera aliyan de dikin.

Ji ber şerê ku di sala 2020’an de di navbera artêşa Etiyopya û TPLF’ê de dest pê kiriye heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û bi sed hezaran kes jî cih û warên xwe bûn.