13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikumeta Şamê dest datîne ser ji sedî 75’ê alîkariyan

Hikumeta Şamê ji bo ku bihêle alîkariyên ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine bikevin taxan, dest dantîne ser ji sedî 75 ‘ê alîkariyan

Endamê Maseya Krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm da zanîn ku ji 6 rojan ve hikumeta Şamê alîkariyên ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şandine, li deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên xwe de asteng kirine.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa ANHAʹyê, hikumeta Şamê li beramberî destûrdayîna derbaskirina alîkariyan, şertê desteserkirina ji sedî 75’ê alîkariyan ji xwe re dixwaze. Alîkariyên ku gelê Silêmaniyê şandine ji 25 kamyonan pêk tê.

Rêveberiya Xweser beriya niha ragihandibû ku 25 kamyonên alîkariyê yên ku xelkê Silêmaniyê kom kirine, wergirtine.

Çavkaniyên nêzî berpirsên hikumeta Şamê diyar kir ku piraniya alîkariyên ku ji bo Sûriyeyê hatin şandin, negihaştin mexdûran û hêzên hikumeta Şamê dest datînin ser.

Di Sibatê de jî hikumeta Şamê 9 rojan 100 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba û Helebê amade kiribûn, asteng kirin û li beramberî derbaskirina wan dest danî ser nîvê wan.