17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartina tûra duyemîn sar û bê kelecan bû

Hilbijartinên serokkomariyê ku di tûra yekemîn de bidawî nebû, di tûra duyemîn de li gelek deveran bêdeng derbas bû, bê kelecan û bi bêmoralî xelk diçûn ser sindoqan

Hilbijartina serokkomariyê û ya parlementeriyê ku di 14’ê Gulanê pêk hatibû û ji ber ku namzetan rêjeya ji sedî 50+1 derbas nekiribû, hilbijartina serokkomariyê mabû tûra duyemîn.

Li gelek dibistanan welatiyên tên dengên xwe bikar tînin hindikin û welatî li gelek deveran jî neçûne ser sindoqan û dengên xwe bikar neanîne. Li gelek dibistanan dema ku mirov wênêkêşê derdixe peywirdarên ser sindoqan bi kelecan li mirov dinihêrin û bertekek mezin nîşanî mirov didin.

Welatiyê bi navê Alî Îhsan Kara ku bi riya biryarnameyên di hûkmê qanûnê de (KHK)’ê  ji kar hatiye dûrxistin, diyar kir ku heta temenê xwe yê 60’î hatiye cara yekeme ku tiştekî wiha dibîne û wiha got: “Ez hilbjartineke bi vî awayî hê dibînim.”

Kara bal kişand ser hilbijartina tûra duyemîn ku gelek bêdeng derbas dibe û ev tişt anî ziman: ” Ez ji saetên serê sibê ve li virim tevlêbûna dengdayînê gelek bi qelsî derbas dibe. Hevalên me yên SES’ê di komê de peyam şandine dibêjin sindoqa ku ji 350 kesan pêk tê, dibêjin hê 70  kesî dengên xwe bikar anîne. Kesên ku li ser sindoqan dimînin bixwe jî gelek ji wan hatine guhertin.”