12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê dest pê kirin

Îro li Sûriyeyê dengdana ji bo hilbijartina parlamentoyê pêk tê, dengdan li gorî dema herêmî saet 07:00’an dest pê kir û dê heta 19:00’an berdewam bike.

Di hilbijartinan de ji bo dengdanê 8 hezar û 151 navendên dengdanê hatine hatine vekirin

Parlamentoya Sûriyeyê ji 250 kursiyan pêk tê.  Li gorî daneyên rejîmê 8953 kesan ji bo parlamentoyê serîlêdan kirine ji wan 1317 jin jî hene.

Li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser hilbijartin boykot kiriye. Dê denmgdana li herêmê di çarçoveyeke teng de li çargoşeyên ewlekariyê yên bajarên Hesekê û Qamişloyê pêk werin.

Ev hilbijartin di çavên medya erebî de

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê hilbijartinên parlamantoya hikumeta Şamê de ku îro tên lidarxistin, nûçeyek bi sernavê “Hilbijartinên Sûriyeyê: Sermayedar, medyaya dîjîtal û eşîrtî serwer in” weşand.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de ku Adara 2011’an dest pê kir, ev cara çaremîn e ku hilbijartinên parlamatoyê yên hikumeta Şamê çêdibin. Hate diyarkirin ku dîmenên hilbijartinên vê carê ji her sê carên din cuda ne.

Di nûçeyê de îşaret bi bernameya hilbijartinan hate kirin û hate gotin: “Kampanyaya hilbijartinê û wêneyên namzetan êdî wekî carên berê nîn in. Hejmareke kêm a namzetan di kampanyayên xwe de wêneyên xwe parve kirin. Qad û kolanên Şamê û yên bajarên din bi wêneyên namzetan tijî nîn in, lê asta propogandayê ya namzetan, bi taybet ên serbixwe, bi paş ketiye. Lê lîsteya karsazan bi xurtî serwer e.”