3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hiqûqnas: Bi OHAL’ê re binpêkirina mafan zêde bû

Şandeyeke ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê pêk tê, ji ber binpêkirinên her roj zêdetir dibin dê biçe herêma erdhejê û ji bo parêzeran jî lijneya koordînasyonê hatiye avakirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz radigihîne ku birînên erdheja Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de pêk hat ji hêla gel ve tên dermankirin û li hêla din jî bi îdiaya “talankirinê” li herêmê rewşeke aloz tê afirandin. Piştî tehrîkên hinek derdoran, dîmenên leşker, polîs û hin kesên sivîl ku îşkence dikirin li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Bi taybet jî li dijî penaberan nîjadperestî hate sorkirin û komên çekdar li Hatayê kesên ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re çûne herêmê hedef girtin.

Ji ber çi îşkence?

Li Hataya ku ji ber erdhejê wêran bûye, kesê bi navê Ahmet Gureşçî û birayê wî Sabrî Gureşçû di 11’ê sibatê de li navçeya Altinozuyê dema dixwestin biçin mala xwe, ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Piştre jî Ahmet Gureşçî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Di 12’ê sibatê de jî welatiyên bi navên Recep Tanriverdî, Aydin Tanriverdî, Yûsûf Atabay, Îbrahîm Tanriverdî û Erhan Tanriverdî ku ji qeymeqamtiyê belge standibûn û bi awayekî dilxwaz ji Çinar a Amedê çûbûn Semsûrê, bi îdiaya “gumanbar” ji hêla cendirmeyan ve hatin vexwendin. Piştre jî li emniyetê hatin îşkencekirin û birin devera Çalakl a li ser riya Semsûr-Mereşê. Ciwanên navborî li vir jî hatin îşkencekirin, hatin tazîkirin û derxistin derveyî bajar.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk û Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz têkildarî binpêkirinên li herêmên erdhejê axivîn.

Piştî OHAL’ê zêde bû

Hevseroka OHD’ê Şukran Ozturkê got ku li şûna birînên erdhejê bên dermankirin, dîmenên îşkenceyê bûne rojev û wiha got: “Piştî ku Erdogan OHAL ragihand, dîmenên îşkenceyê zêde bûn. Jixwe serokkomar bixwe jî ev bûyer weke talanê pênase kirin. Beriya daxuyaniya wî agahiyeke wiha tune bû. Penaberên sûriyeyî hedef hatin girtin, îşkencekirin, hat lêxistin. Ev dîmen li ser hesabên medyaya civakî hatin parvekirin. Dixwazin bibêjin ku ‘em ê bikujin lê tu mafê we yê hiqûqî tune ye.’ Mixabin ku dîmenên îşkenceyê hê jî tên parvekirin.”

57 kes hatih girtin

Ozturk got ku baroyên li herêmê jî ji erdhejê bi bandor bûne û wiha pê de çû: “Lewma parêzerên ji bajarên din diçin, girtekan digirin. Dê kesên îşkence kirine bê ceza nemînin. Li gorî min ev bûyer bi taybet jî hatine plankirin. Hejmara mitehitên hatine binçavkirin 31 e lê yên ji ber bûyerên ‘talanê’ hatine binçavkirin 57 in. Hinek agahiyên li ser medyaya civakî hene ku divê bên teyîtkirin. Lê bûyereke îşkenceyê ya bi mirinê bi dawî bûyî heye. Di vê mijarê de gef li hevalên me hate xwarin. Ji bo parastina hiqûqê, em ê kirariyên pêwîst bikin û girtekan bigirin. Nexwe dê îktîdar dewleta polîsan ava bike. Wê demê bi navê demokrasî û hiqûqê tiştek namîne.”

OHAL binpêkirina mafan e

Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî anî ziman ku dewlet ji parastina can û malê xelkê berpirsyar e û wiha got: “Li herêmên erdhejê tundî û îşkence heye. Hinek kes hinek tiştan dikin hincet û îşkence û muameleya xeirab dikin. Îşkence û muameleya xirab ji ku tê kirin bila bê kirin, mudaxeleya mafê jiyanê ye. Divê bi tu awayî neyê qebûlkirin û yên dikin jî divê hesab bidin edaletê. Pêşîlênegirtina bêhiqûqiyan û sorkirina tundiyê dê bi xwe re rewşeke kaosê bîne. Dê ev yek li tevahiya welêt belav bibe û encamên nebaş bi xwe re bîne. Hewcehî bi sepana OHAL’ê nebû. Jixwe ji bo rewşên karesatan qanûn hene. Sepana OHAL’ê bi xwe re pêvajoyeke binpêkirina mafan tîne. Şandeyeke ji Baroya Îzmîrê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê pêk tê dê biçe herêmên erdhejê. Ji bo ku parêzerên dê biçin herêmê lijneya koordînasyonê hate avakirin. Em her roj qala bûyer û binpêkirinên nû dikin. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên dema pêş, divê hinek tişt bên kirin. Em jî dê wê bikin.”