3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê lîsteya alavên leşkerî yên desteser kirine aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û diyar kir 2 jê fermandarên rutbeya wan bilind bi giştî 26 leşker hatine kuştin. HPG’ê lîsteya çekên hatine desteserkirin eşkere kir. HPG’ê anî ziman  ku gerîlayê bi navê Mahîr Mazlûm ê ku ji ser dagirkeran du çek rakiriye, di dema vekişandina şer de jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Artêşa tirk ji ber berxwedana Zapê ya gerîlayan nekariye encamekê bistîne û li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnan sûc e û li gorî normên şer jî tirs û nemerdî ye. Hêzên me yên li qada Zapê ji bo cezayê vî sûcê dermirovahiyê bide, di 24’ê gulanê de operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ên berfireh dane destpêkirin. Gelek tîmên nîvgerok û gerok bi awayekî koordîne bi taktîkên dewlemend li Zapê gelek dagirkerên sûcên şer kirine, ceza kirine. Ev Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ji bo tolhildana 8 rêhevalên me yên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş di bin fermandariya heval Rohat û Şevîn de di dema şer de şehîd bûne, hatiye lidarxistin.”

HPG’ê da zanîn ku di encama vê operasyona wan de hêzên tirk neçar dimînin ku beşeke mirî û birîndarên xwe eşkere bikin û bi tenê 5 miriyên xwe eşkere kirine û wiha lê zêdê kir: “Hêzên me bi vê sixtekariya artêşa tirk a ku rûmeta xwe ya leşkerî winda kiriye û ya medyaya şerê taybet a tirk dizanin, çûne ser cenazeyê 18 dagirkerên hatine cezakirin, wekî delîl gelek çek û alavên leşkerî jî desteser kirine. Li Kurojahro û Qadên Berxwedanê yên Çiyareş di encama Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de, 2 jê fermandarên rayedar 26 dagirker ceza kirin. Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlegekî êrîşê, êlegekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.”