21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê nasnameya 4 çawîşên pispor kir

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê çalakiyên salvegera 18‘emîn a Pêngava 1‘ê Hezîranê de daxuyanî da. Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de 44 leşker hatine kuştin û ev agahî dan: “Çalakiyên bi bandor ên hêzên me ku bi armanca silavkirina salvegera 18‘emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê li dar xistine berdewam in. Dewleta tirk a faşîst ku bi berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê nikare, di rojên dawî de bi sedan caran bi obusan, 28 caran bi çekên kîmyewî û 34 caran balafirên şer, çeperên berxwedanê yên hêzên me bombebaran kirine. Di encama çalakiyên tîmên me yên bi nîv-tevger ên bi performansa bilind a şer û bi ruhê fedaî yê Apoyî li dar xistin de; 44 dagirker  hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûne, helîkopterek bi giranî derb xwariye, 3 kemirayên mobeseyê û kemirayeke termal hatine tunekirin.

Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkerên artêşa tirk a wendahiyên xwe tim vedişêre; dest dane ser çekeke 1 MPT-66 û 2 şarjor, 3 çekên ferdî yên MPT-55, zîncireke çeka BKC’yekê û 470 guleyên wê, 2 pakêt guleyên demançeyan, şarjoreke demançeyê, roketeke B-7, 20 kîlo teqemenî, 10 metre fitîl, funye, amrazeke teqandina mayinan, 3 çenteyên leşkerî, kemirayeke termal,  dûrbîneke şevê, îşaretkereke bi lazer, 4 dûrbînên rojê, 4 guleyên bombeavêjê, qamayek, 2 telefonên destan (yek jê ya dagirkerê bi navê Ûgûr Dogrû ye), kemirayeke seriyan, pisûleyek, paneleke rojê ya portatîf û gelek dexil û dan û alavên tenduristiyê. Dewleta tirk a sextekar a Tirkiye û cîhanê bi agahiyên derewîn dixapîne ku kes bi têkçûna wê nehise. Lê hêzên me ev derew bi aşkerehî derxistine holê, çûne ser cenazeyên dagirkeran û nasnameyên binefserê biqidem Mevlût Çetîn, çawîşê pispor Yûnûs Eylîk, çawîşê pispor Ahmet Akpinar û Ûgûr Dogrû tesbît kirine.”