17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRE’ê li Bab, Ezaz, Mareyê 8 dagirker kuştin

HRE’yê li Bab, Ezaz û Mareyê li dijî artêşa tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistin û 8 dagirker kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li xetên Bab, Ezaz û Mareyê çalakî li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa tirk û çeteyên wê li dar xistine. HRE’yê da zanîn ku di wan çalakiyan de 8 dagirker kuştine.

HRE’ê da zani nku hêzên wan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê çalakiyên bibandor li dar dixin û derban li wan dixin. HRE’ê anî ziman ku wan di 26’ê Tîrmehê de li xeta Babê di çalakiya sekvanî de dagirkerek kuştin û wihagot: “27’ê Tîrmehê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser 2 çeperên dagirkeran li dar xist. Çeperên dagirkeran ên li wir bi temamî hatin îmhakirin û 6 çete hatin kuştin. 28’ê Tîrmehê li xeta Mareyê di çalakiyeke taybet de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”

HRE’ê bibîr xist ku bi giştî hêzênr wan di çalakiyan de 8 dagirker kuştine û 2 dagirker jî birîndar kirine.