Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa tirk pêk anîn.
HRE’yê der barê wan çalakiyan de agahî dan û wiha got: “Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin. Di 23’yê Tîrmehê de li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn. Di 24’ê Tîrmehê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”