6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW der barê vegera penaberên sûriyeyî ya bi ‘Dilxwazî’ de raporek weşand

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) der barê vegera penaberên sûriyeyî yên qaşo bi ‘dilxwazî’ vedigerin, dibêje ku piraniya wan bi darê zorê tên şandin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch-HRW) îro raporek weşand û bal kişand ser rewşa li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta tirk û komên wê yên çekdar de

Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta tirk zorê li penaberên Sûriyeyê dike û berê bi hezaran penaberan daye Girê Spî. Di raporê de behsa tevlihevî û rewşên zehmet ên li Girê Spî jî tê kirin.

Di rapora HRW’ê  de îdiayên rayedarên dewleta tirk ên der barê “vegera dilxwazî ya penaberan” de hatin derewandin û hate gotin: “Hêzên tirk bi kêmanî ji sala 2017’an ve bi hezaran penaberên sûriyeyî girtin. Zor li piraniya penaberan kirin ku belgeyên “vegera dilxwazî” îmze bikin û derbasî Sûriyeyê bibin.”

Raporê cih da nirxandinên cîgirê rêveberiya HRW’ê ya Rojhilata Navîn Adam Coogle ku dibêje “vegera dilxwazî” ku Tirkiye li “herêmên ewle” pêk tîne, pirî caran vegereke bi dare zorê ye. Soza Tirkiye ya avakirina “herêmên ewle” bê wate dimîne. Sûriyeyî dibînin ku neçar in rêwîtiyeke xetere bikin da ku ji mercên dermirovî yên li Girê Spî birevin.

Li gorî raporê, dewleta tirk di navbera Kanûn û Çileya par de 57 hezar û 519 sûriyeyî û yên dîtir derxistine derveyî sînor. Ji vê hejmarê 16 hezar û 652 kes di deriyê Girê Spî re hatine derxistin.

Di raporê de hate bibîrxistin ku dewleta tirk dibêje armanc dike herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de veguherîne “herêmeke ewle” û wiha hat domandin: “Lê ya rast ew e ku li van herêman binpêkirinên hiqûqî têne kirin. Ji ber ketina Tirkiye ya bi dirêjahiya 150 kîlometereyan di navbera parêzgehên Reqa û Hesekê de, bi sed hezaran kes koçber bûne û neçar man ji warê xwe bibin.”

HRW’ê 29’ê Sibatê der barê êrişên dewleta tirk de ku di navbera 5-10’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê pêk anîbûn, raporek weşandibû.