19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW: Êrîşên Tirkiyeyê bandorê li jiyana 4 milyon kesan dike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî HRW ragihand ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke mezin ya neyênî li jiyana milyonan xelkê herêmê bike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî ( HUMAN RIGHTS WATCH-HRW) ku navenda wê li DYA’yê ye, têkildarî êrîşên dewleta tirk ên di navbera 5-10’ê cotmehê de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn, raporek amade kir. HRW’ê rapor li ser malpera xwe parve kir û cih da êrîş û encamên wê.

Di raporê de HRWê cih da agahiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî êrişan û hat gotin ku li Herêma Cîzirê, Heseke, Reqa û Şehbayê li dijî zêdetirî 150 noqteyan êriş hatine kirin, di êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û xesar gihiştiye binesaziya sivîlan.

Hat destnîşankirin ku êrişan zirar daye û vê yekê jî li gorî texmînê bandor li 4,3 milyonan kesan kiriye. Bi domdarî hat gotin ku di êrişan de herî kêm 18 stasyonên depokirina avê û 11 santralên ceyranê hedef hatine girtin û êdî nema dikarin bên bikaranîn û ev agahî hate parvekirin: “Xelkê herêmê ji xwe bi krîzekî avê ya mezin re rû bi rû ye. Bi van bombebaran re barê wan hêj girantir bû.”

Bang li Tirkiyeyê kir

Rapor, wiha domiya: “Tirkiye cara ewil bi êrîşên cotmeha 2023’yan binesaziya sivîlan hedef nagire. Di êrişên hewayî yên di mijara 2022’yan de jî qadên sivîlan û binesaziya jiyanî hedef girtibû. Di serî de stasyonên avê û santralên ceyranê, Tirkiye mafên xelkê herêmê û binesaziya ku ji bo tenduristiya wan jiyanî ye hedef digire. Divê tavilê dev ji van kirariyên xwe berde.”

Di raporê de her wiha nêrînên Cîgirê Dîrektorê HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle jî hate parvekirin. Nêrînên Coogle wiha ne: “Stasyonên ceyran û avê jî di nav de, Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziya jiyanî hedef digire. Bi van çalakiyên xwe yên leşkerî, krîza giran a li herêmê hêj girantir dike. Di nava çar salên dawî de li Hesekê û derdora wê krîzake cidî ya avê heye. Niha jî ji ber bombebaranê welatî di peydakirina avê de gelek zehmetiyan dikişînin.”