3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD û CTF operasyonek hevpar kirin

Derket holê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (IHSD) û Tîmên Dij Terorê (CTF) li Reqayê bi hev re li dijî DAIŞ’ê operasyonek li dar xistine.

Di demên dawîn de liv û tevgera DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê zêde bûye. Herî dawî li Reqayê li dijî rejîma Sûriyeyê du êrîşên mezin pêk anîn û gelek leşker kuştin. Her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser jî liv û tevgerên DAIŞ’ê hatin tespîtkirin û li dijî DAIŞ’ê operasyonên nû hatin lidarxistin.

Derket holê ku li Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (IHSD) û Tîmên Dij Terorê (CTF) ya girêdayî Yekitiya Niştîmaniya Kurdistan (YNK) bi hev re li dijî DAIŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistine. Hat hînbûn ku endamên CTF’ê beriya 17’ê tebaxê bi piştgirî û koordinasyona Amerîkayê ji Silêmaniyê derbasî Reqayê bûne û li navenda Reqayê bi HSD’ê re li dijî DAIŞ’ê operasyoneke hevpar li dar xistine.