18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûragahiyên lihevkirina Bexda û Enqerê derketin holê

Bi hevkariya PDK, Iraq û dewleta tirk li baregeha Başîkayê navendekî koordînasyonê ya hevpar tê avakirin û ji wir dê operasyon li dijî “rêxistinên qedexekirî” werin birêvebirin

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya mutabeqata bi hevkariya PDK’ê di navbera Enqere û Iraqê de hatiye îmzekirin de, dê li baregeha Başîkayê navendekî koordînasyonê ya hevpar were avakirin, hemû agahiyên îstîxbaratê dê li vê navendê werin komkirin û dê operasyon ji vê derê werin birêvebirin.

Bi hevkariya PDK’ê, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibin. Hurgiliyên mutabakata 15’ê tebaxê, di navbera Enqere û Bexdayê hatiye îmzekirin, derketin holê. Di metna mutabeqatê gotina bêyî nav a “rêxistinên qedexekirî” bal kişand.

Di metna mutabeqatê de biryar hat dayîn ku dê di baregeha Beşîkayê ya leşkerên Tirkiyeyê de navendekî perwerdeya hevpar û koordînasyonê were avakirin. Hat zanîn ku Serfermandarên Wezareta Karên Hundirîn ê Herêma Federe ya Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê dê serokatiya vê komîteyê bikin. Di komîteyê de dê Şêwirmendê Wezereta Karên Derve yê Iraqê, Şêwirmendê Ewlehiyê yê Neteweyî, Teşkîlata Îstîxbaratê, Lijeya Haşdî Şabî, Wezareta Karên Hundirîn a Kurdistanê û ji Tirkiyeyê jî Cîgirê Wezîrê Karên Hundirîn, Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî û Teşkîlata Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) cih bigirin.

Agahiyên îstixbaratê li navendên hevpar

Di mutabeqatê de hat gotin ku dê agahiyên îstîxbaratê yên sînora di navbera her du welatan de werin parvekirin, hemû agahiyên îstîxbaratê yên bi ser sînor tên bidestxistin, dê ji navenda bilind a fermanê re werin şandin. Di beşa çarçoveya mutabakatê de sernavên wekî perwerdeya leşkerî, têkoşîna bi “terorê” re, pêkanîna ewlehiya hevpar a sînor, parvekirina îstîxbaratê cih girtin.

Gotina ‘Rêxistinên qedexekirî’

Di beşa 3’yemîn a mutabeqatê de jî hate gotin ku li dijî “rêxistinên terorê yên qedexekirî” dê têkoşîn bê dayîn û xebatên van rêxistinên li ser welatekî li dijî yên din dê bên astengkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo ewlehiya sînor a hevpar were pêkanîn parvekirina îstîxbaratê, astengkirina xebatên rêxistinan ên li ser axa her du welatan, astengkirina piştgiriya çek, lojîstîk û aboriyê ya rêxistinan, tespîtkirin, darizandin û îadekirina endamên rêxistinê, astengkirina rêxistinên qedexekirî ya li ser her du welatan di mutabeqatê de cih girt.

Navenda kordînasyona hevpar

Di vê çarçoveyê de her du alî dê li Bexdayê Navendeke Kordînasyonê ya Ewlehiyê ya Hevpar ava bikin. Ev navend dê girêdayÎ Fermandariya Tevgerê ya Hevpar be û ji aliyê Tirkiye û Iraqê ve dê bê rêvebirin.

Xebat û misyona navendê wiha hatin rêzkirin:

* Li sînorê hevpar danûstandina agahîwergirtina îstîxbarata qadê dê bê kirin.

* Veguhestina agahiyên operasyonel û stratejîk a ji navendên fermandariya bilind ên her du aliyan re.

* Temaşekirin û raporkirina rewşa ewlehiyê ya li sînorên hevpar.

Di beşa nepenîtiyê ya xala 6’emîn de jî tê wê wateyê ku hemû agahî û belgeyên hatine parvekirin bi ewle werin parastin û aşkerakirina agahî û belgeyên veşartî ji bo aliyên sêyemîn jî bê qedexekirin.