2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Girtiyên nexweş berdin

Li Enqere û Stenbolê di çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de, xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Mehmet Edip Taşar serbest bên berdan.

Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş bên berdan, her rojên şemiyê berdewam dikin. Vê şemiyê jî xizmên girtiyên nexweş û parazvanên mafên mirovan, li Enqere û Stenbolê kom bûn û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê her hefte roja şemiyê çalakiya “Rûniştina F” pêk tînin. Komisyona girtigehan di hefteya 639’an de li pêş komeleya xwe ya li Beyoglu daxuyanî dan. Endamên komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankartên “Mafê dermankirinê nayê astengkirin”, “Bila girtiya nexweş Fatma Ozbay serbest bê berdan” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” rakirin. Komê bênavber dirûşma “Fatma Ozbay serbest berdin”, “Tecrîd dikuje” berz kirin. komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Fatma Ozbay a li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Aliaga. Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Cuneyt Yilmaz daxuyanî xwend.

Enqere

Endamên Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş di hefteya 511’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên înîsiyatifê li vir jî heman dirûşme berz kirin û xwest girtiyên nexweş bên berdan. Endam û rêveberên DEM partiyê yên Enqereyê jî tev li çalakiyê bûn.

Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen, anî ziman ku rewşa Mehmet Edîp Taşar ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê girtî ye, xerab e û wiha got: “Taşar nexweşiya dil pêre heye. Heta niha 17 caran anjiyo bûye. Nabzê wî ji sedî 30 ye. Divê serbest bê berdan. Dîsa tansiyona bilind pêre heye. Hefteyê 3 rojan diçe nexweşxaneyê. Hin caran bi şevê nikare razê. Heta niha 2 caran qeyrana dil derblas kiriye. Yek ji girtiyên nexweşê giran e. Divê serbest bê berdan.
Heta niha 3 caran Saziya Tipa Edlî daxwaza taloqkirina înfazê red kiriye. Divê serbest bê berdan.