1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Însiyatifa Ciwanên Rojhilata Navîn Konferansa xwe li dar dixe

Însiyatifa Ciwanê Rojhilata Navîn, 8'ê Hezîranê li paytexta Lubnan Beyrûte Konferansa xwe pêk bîne

Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekî ragihand ku wê 8 û 9’ê Hezîranê li pêytexta Libnanê, Beyrûtê, konferansa xwe di bin diruşmeya “Ciwan û avakirina pêşerojekî azad” pêk binîn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

Di daxuyanîyê de hat diyar kirin ku “Ciwan hêza pêşeng a guhertina civakan e. Lê belê şerê nerm ku modernîteya kapîtalîst dide meşandin, dixwaze vê hêzê veguhere enerjiya neyînî ya ku dibe sedema dûrxistina balê ji pirsgirêk û dozên netewî û zehetiyên rastî yên ciwan û civakan.”

Ciwanên ku dixwazin li hemberî hişmendiya Kapîtalîzmê jiyanekê azad û wekhev ava bikin li ser vê esasê tên gel hevdû û pirsgirekên bingehîn ku di Rojhilata Navîn de kriz û kaosên mezin ava dikin derbixin holê û bi pêşengtiya ciwanan çareserî ava bikin.

Konferansa ku dû rojan berdewam bike de li ser gelek mijarên wekî; paşeroja welatên me, pirsgirêk rojhilata navîn, qeyranên heyî, lêgerîna û rêbazên guncaw ji bo çareserkirina wan û têkoşîna li dijî fanatîzm û baweriyan bi her şêweyî, mijarên azadiya jinê, aktîvkirina rola ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, û destpêkirina ronesanseke rewşenbîrî ya ciwanan li ser bingeha îradeya azad, dadmendî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, bêyî cudahiya ol û mezheb, wê bên nîqaşkirin.

Komîteya amadekar a Însiyatifa Ciwanên Rojhilata Navîn di daxuyaniya xwe de tevahî ciwanên Rojhilata Navîn vedixwendin vî konferansê û gotin “Werin em bi hev re ji bo cîhanek însanîtir, dadperwertir û dewlemendtir bixebitin.”

Ciwan hêza pêşeng a guhertina civakan e. Lê belê şerê nerm ku modernîteya kapîtalîst dide meşandin, dixwaze vê hêzê veguhere enerjiya neyînî ya ku dibe sedema dûrxistina balê ji pirsgirêk û dozên netewî û zehetiyên rastî yên ciwan û civakan. Şerê nerm di nav de karanîna medyayên ragihandinê û pirpopgandaya nirxên xercî û madî, dibe sedema kêmkirina enerjiya ciwanan û bala wan dûrî mijarên ku bi berjewendiya wan ya netewî ve dixe , û wan dike sotemeniya şer û qurbaniyên bêkarî û madeyên hişber

Ciwan di avakirina pêşerojê de rolek girîng dilîzin. Hêza pêşeng û afirîner in ku ji bo pêşketina civakane. Ciwan dibin wek rêveber, serkêşê xebatan û dibin parêzvanên mafan, wek rêvebir di xebatên civakî û siyasî bi saya perwerdehî û pêşxistina xwe û bi bawerî û vîneke xurt cih digrin , ciwan dikarin bibin faktorek bingehîn û pêşengek ji bo bidestxistina erênî di guhertin û avakirina pêşerojeke baştir.

Em wek Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, xwe ji konferanseke ciwanan re di bin dirûşma: (Ciwan û Avakirina Pêşerojeke Azad) ku dê gelek tevgerên ciwanan ên bi rola xwe ya dîrokî dilîzin tê de hazir dikin. Ev konfrans dê bi armanca nîqaşkirina mijarên ku me eleqedar dikin wê bê li darxistin. Her wiha wê paşeroja welatên me, pirsgirêk, qeyranên heyî, lêgerîna û rêbazên guncaw ji bo çareserkirina wan û têkoşîna li dijî fanatîzm û baweriyan bi her şêweyî, mijarên azadiya jinê, aktîvkirina rola ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, û destpêkirina ronesanseke rewşenbîrî ya ciwanan li ser bingeha îradeya azad, dadmendî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, bêyî cudahiya ol û mezheb, wê bên nîqaşkirin.

Ji bo ku em bigihêjin armanca xwe û bingehên çalakiyên hevpar avabikin, me biryar da ku em bi hev re bicivin û dest bidin hev, bi armanca: naskirin û hevrêziya di navbera rêxistinên ciwanan ên herêmê de û bi berpirsyarî nêzîkbûna ji mijarên eleqederî ciwanan yên girîng. Her wiha Ji bo ku em bi hev re ji nava agir û şerên ku li herêmê diqewim ji bin kavilên wê derkevin, çarenûsa xwe ya hevpar zelal bikin û bi îradeya xwe ya li ser hîmê azadî û sosyalîzma demokratîk, taybetiyên pêşeroja xwe diyar bikin, avakirina jiyaneke azad û bi rûmet ku garantiya jiyana hevbeş û pêkanîna dadmendî û wekheviyê ji bo hemû mezheb, pêkhate û netewan de, li gorî rêgezên mirovî û jiyaneke birûmet.

Em hemû rêxistin û kesayetên ciwanan vedixwînin konferansa Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin. Em ciwanên pêşeng, bi hêz û hêviyê temsîl dikin. Werin em bi hev re ji bo cîhanek însanîtir, dadperwertir û dewlemendtir bixebitin.

Komîteya Amadekar a Konferansa Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ji van rêxistinên ciwanan pêk tê:

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Iraqî, Beşa Xwendekar a Partiya Sosyalîst a Yemenî, Yekîtiya Ciwanên Pêşverû yên Suryanî, Çalakvanên ji Çola Rojava, Tevgera Ciwanan a Morîtanyaya Pêşerojê, Yekîtiya Ciwanên Pêşverû_Misir, Yekîtiya Jinên Ciwan Bakûr û Rojhilatê Surî, Ciwanên Meclîsa Civakî ya Ermenî, Weqfa Nebra Tim Koç a Mîras, Çand û Xêrxwaziyê, Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, Ciwanên Yekîtiya Niştimanî ya Bês Nehrên, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê, Rêxistina Nehdet El-Telba û Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Rêya Alternatîf a Misirê, ciwanên Partiya Komunîst a Sûdanê, Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê, Meclîsa Ciwanan, Rêxistina Ciwanên Azadîxwaz ên Kurdistanê, Konferansa Demokratîk a Gelan, Kombûna Nivîskar û Aktîvîstên Yemenê, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Civaka Alîkariya Mirovî Jin û Zarok li Afganistanê.