22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî hat derxistin

Ji ber zextên dîplomatîk ên li dijî wê Îran ji komîsyona jinan a Neteweyên Yekbûyî hate derxistin.

Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC), li avahiya xwe ya New Yorkê civînek li dar xist û ji bo ku Îran ji Komîsyona Mercên Jinan (CSW) ‘bi bandoriya lezgîn’ bê derxistin dengdanê kir. Di dengdanê de 26 dengên erê, 16 dengên bêalî û 8 dengên na hatin dayîn.

Di pêşnûmeya biryarê ku ji aliyê Amerîkayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji sala 1980’î ve Amerîka bi Îranê re xwedî têkiliyên dîplomatîk ên fermî nîne. Beriya vê pêşnûmeya biryarê di qada navneteweyî de 165 hezar îmze hatin komkirin.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan, diyar kir ku dengdan dengdaneke dîrokî ye û ev tişt got: “Ev ji bo bersivdana zordestiya sîstematîk ku rejîma Îranê li ser jin û keçan dike dengdaneke dîrokî ye.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bersiva NY’yê ya “dûrî hedefê” rexne kir. HRW’ê diyar kir ku divê civaka navneteweyî “zexteke bi koordînekirî ya lezgîn” bike da ku kampanyaya tundûtûjiyê ya li Îranê bi dawî bike û berpirsyar bên darizandin.

Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî di 16’ê îlonê de ji aliyê polîsên Geşt-î Îrşadê ve li Îranê tevgereke gel a bêhempa pêk tê. Di xwepêşandanan de ku bi sedan kes hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes hatin girtin û gelek kes jî hatin darvekirin.